• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Forum arrow Dewleta Osmanî û gelên din
Dewleta Osmanî û gelên din Binivîse E-posta
 
SADÎ MARÛF

Di Dewleta Osmaniyan de, yên nemisilman, ji 14 saliyan bigirin heta 75 saliyan, di jiyana xwe de carekî gere bacekî giran a bi navê “cîzye” bidana dewletê.Ji xeynî vê, bacek din jî hebû;, baca ku ji misilmanan bi navê “oþûr” dihate standin li wan jî ferz bû. Lê bi navekî cuda; xerac!..

Wê demê leþkerî ji bo welatiyan îmtiyazek girîng bû lê ew, ji wê jî bêpar bûn.

Ji qirna 15’an heta nîveka 19’an, gêlên nemisilman ji hêla cil û bergan ve jî hatibûn astengkirin. Wek mînak; dema desthilatdariya Sultan Selîmê III. de (1761-1808) gere sol û kumikên ermeniyan sor, yên cihuyan hêþîn, yên rûman reþ bûn. Yên nemisilman, gava siwarî biketina nava þêniyên misilman divê ji hespên xwe peya bibûna, gava peya nebûna ev yek wek îlana þer dihate hesibandin. Gava rûniþtî bûna divê ji ber misilmanan rabûna ser piyan. Dîsa ew nikarîbûn xaniyên xwe ji yên misilmanan bilindtir çêkirana. (ERYILMAZ, Bilal Osmanli Devleti’nde Millet Sistemi, Agaç Yayinlari, 1992, rup.33. ) Gava ermeniyek bimira ji bo veþartinê divê ji þaredariyê destûr bihata stendin. Ev destûr bi zimanê dijminahiyekî wisa tûj dihate nivîsandin ku tu mirovek xwedî wijdan nedipejirand…Wek mînak; “we ji me re ragihandiye ku kafirê bi navê Hagop mirar bûye. Her çiqas beratê wî yê gemarî ne layîqê axa me ya piroz be jî, bo ku bêhna wî ya genî umeta Mihemed aciz neke em destûr didin ku hûn wî bikin çal…”Ev cûre nivîsên fermî heta dema Padîþah Mehmûdê II. dikudîne.(bnr.Antranik Ozanyan, weþanên Pêrî.2003) Dîsa di sedsala 17’an de li gorî zagona sultan, kesên nemisilman, dema ji malên xwe derdiketin kolanan, bo ku bên nasîn divê zengilek bi piyên xwe ve girêbidana. Misilman gava rastî yên nemisilman dihatin, di þûna “esselamû eleykum”(silavê Xwdê li we be), gere bigota “essamû eleykum” ku wateya vê peyvê; “ezabê xwedê li ser we be” bû.(di zarokatiya min de ev cûre silav ji bo eleviyan jî dihate bikaranîn) Bi qewlê birêz Baskin Oran, di Dewleta Osmaniyan de gelên misilman “milletê hakîme”bûn. Lê, yên nemisilman bi her awayî “miletê mehkûm e” bû. Di bin van þert û mercên ev qas giran de, serhildanên gelên xirîstiyan bi her awayî rewa bûn.

Di sedsala 19’an de li tevahiya Dewleta Osmaniyan de bazirganî ji % 80 destê kêmnetewên nemisilman de bû. Li Wanê ev rêje digihîþt ji % 98’an û hema bigire bi tevahî di destê ermeniyan de bû (C. J.Walker, Armenia The Survival of A Nation,New York,1980 Rûpel:138). Ev rewþ li tevahiya Kurdistanê çi kêm çi zêde wek Wanê bû, ji ber ku kurd, bazirganiyê, çandiniyê, hunerên bi destan-yên wekî koþgerî, solbendî, hesinkerî, aþvanî hwd.- Karên derî esaletê didîtin û yên ku bi van pîþeyan emel dikirin wek “reayayên bê rûmet” dihesibandin. Desthilatdariya siyasî û leþkerî (kurd bi giranî jê mehrûm bin jî) destê misilmanan de bû, lê mixabin kapîtal ketibû bin lepên xrîstiyan û cihûyan. Ev çîna “hemdema burjûva”, wek li hemû cihanê, bibû motora afirandêriya neteweperweriyê. Ji ber vê yekê gelên misilman di hêla netewîbûyînê de gelek dereng man .(bnr; La Cýtoyenneté Turque Et La Questýon Kurde Unver Unal, Unýversýté Lumýère Lyon 2 Instýtut D’études Politiques) .

Di sedsala 19’an de, neteweperestiya tirk a ku dijberiya kevneþopiya monarþiyê dikir, cara pêþîn di nava çîna bûrjûvaziya biçûk de (di rastiya xwe de jî pir piçûk bû û hevsarê wê di destê dewletê de bû) xwe da der. Gelê tirk bi girseyî di nava xizaniyeke bêhempa de, bi çandiniyê debara xwe dikir. Lê, axa ku li ser dijiyan jî di destê arîstokrasiya ku “bi navokê bi dewletê ve girêdayî” de bû. Ji bo sazkirina çîna bûrjûvaziyeke serbixwe û dorfireh, pêþengên neteweperestiya tirk çav berdabûn hebûna gelên nemisilman. Bi ya wan, “afirandina bûrjûvaziya neteweyî” bi qirkirina wan û talankirina mal û milkên wan pêkan bû û ev çîna hemdema bi nîjadkî tirk, wê pêþengiya avakirina dewleteke neteweyî ya “tirk” bikira. Ev xebata tunekirina “yên ne ji wan” bi padîþah Evdilhemîd destpê kir, ta talana 6-7 îlona 1956’an bi hovitiyeke nedîtî kudand, berdewam kir.

Di vê pêvajoyê de, bi taybetî, ji despêka Þerê Yekemîn ê Cihanê heta roja îro, ewilî polîtîkaya komkujî û miþtexîkirinê, bi awayekî din ; “þûþtina Kurdistanê ji kurdan”, lê di heman demê de asimîlasyon bûye para kurdan.


09-05-2008 10:31 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 09-05-2008 10:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 09-05-2008 10:31
Views: 58    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;