JI ber pesn û derewên
artêþa tirk mirov matmayî dimîne. Wek mînak
wan salên derbasbûyi li welatê me Qerejdaxê
malbata Þewlo hebû. Dewleta tirk a dagirker em wekî hev
dibînin ku ketin rewþa xirab.
Li welatê me li herêma
Wêranþerê çiroka Þewlo Þewlê ku hatibû
serê wan îro jî hatiyê serê dewleta
tirk a dagirker. Dem zivistan e, meha sibatê ye. Ka û ceh
qediyayê pez û dewar birçiyê, arvan ji
nemaye. Zarok birçîne, rewþa malbatê pir xirab e.
Þewlê got Þewlo rabe xwe girêde pez û dewaran
derxê, bibe çiyayê Qerejdaxê. Gele kurd tev
di rewþeke wisa de, þert û mercên xirab de dijîn
li ber wan zahmetiyan ber xwe didan.
Þewlo pez û dewarê xwe
dibe çiyayê Qerejdaxê li çiyê jî
tene berf hêyê. Þewlê jî kerê girêdide
û genim dixê çewal. Sibê zû Þewlo dê
here êþ û bine mal û Þewlê wê nan
lêxê zarok birçîne. Þewlo jî ji
sermayê diqefile, geleki dikeve rewþeke xirab. Pez û
dewar talan dibe.
Rojêk derbas dibe Þewlo bi
haleki xirab xwe digihîne mal xwe li cihekî davêje
erde. Þewlê dibêje, Þewlo pez berdaye mêrgan û
giha dixwe, rewþ pir baþ e û Þewlo çûye êþ
û hatiyê. Zû rabû elek anî û
genimê nehêrayi xist elekê û bêjing kir
û got Þewlo tu disa çû êþ guhê qerêj
bikiþîne. Genimê me baþ nahêre. Þewlo ji got erê
ez îcar herim, ez ê guhê wî bikþinim. Þewlo
nabêje pez talan bû û ez neçûm êþ
û rewþa min pir xirab e li xwe danenî, hê jî
xwe dipêsine wekî dewleta dagirker a tirk. Pêþgirekê
dide ber çavê xwe û rastiyan nabîne.
Ev çîroka wekî rewþa
îro ya dewleta dagirker a tirk e. Ji dirokê hêta
îro hêzeke bi awayeki bêhejmar haziriya xwe ya herî
mezin kir axa kûrdan, dîsa da ber topan û bi tonan
bombe barand. Planên wan pir mezin ji bo Kurdistanê, dîsa
parçekirin û dagirkirin e.
Dîsa þerê qirêj
dimeþînin û dimeþe. Di van rojan de hemû rojeva
Tirkiyeyê bi nîqaþên der barê þer de ye.
Serlêþker û medya tirk di vî warî de
berpirsyariya xwe tam pêk anîn û li gori daxwazên
serlêþkeran agahî radigihandin. Çendî
digotin Kurdistanê parçe parçe bikin, gerîla
parçe parçe bikin û hemû derdorên
kurdparêz parçe parçe bikin û civaka gelê
kurd parçe parçe bikin, destkêftiyên gele
kurd parçe parçe bikin. Gund û bajaran û
gelê sivîl parçe parçe bikin. Li gorî
medya tirk agahiyên ku ji herêmê digihîjin me
di nava 7 rojên dawî de digihijin me, gundû bajar û
cihê gerîla tam bi giþtî hatine bombekirin. Bi
sedan gerîla hatinê kûþtin û birindarkirin.
Me digot, wisa bidome wê artêþa tirk bikeve nava êriþên
bêxetertir û qirêj. Wisa dixuya ku wê hemû
derfetên xwe yên qirêj bi kar bînin li cihanê
ku kurd nemînin. Di vî warî de nav hin amadekariyên
pir mezin de bûn, me digot rewþa kurdan dê pir xeter
bibe. Li gorî ragihandina wan piþtî 7 rojan destpêkirina
operasyona bejayî me dit hesabê mal û çarþûyê
li hev dernakeve.
Berî dagirkeriya dewleta tirk
gerîla ji artêþa tirk re digot fermo kerem bikin werin
hinek kurdên xayîn û dost û dijmin bawer
nedikir. Lê em dibînin li pey hev jimara lêþkerên
her roj zêdebû. Bi sedan tên kûþtin û
birindarkirin pêþxistina þer cudatir nikaribûn gavekê
ji pêþ de herin. Mixabin rewþeke wisa jî li xweþiya
hêzên nijadperest û hevalbendên wan naçe.
Rasti ev e bûne weke pezê
Þewlo yê guraxwarî. Talanbûn û bi paþ ve
direvin û li paþ xwe ji nanêrin kî karîbû
xwe xilas bike. Kûþti û birindarên xwe ji li dû
xwe hîþtin reviyan yanî çûn hêyfa
bavê dayika xwe ji dan ser. Ji ber berxwedana gerîla
berxwedaneke neteweyî ya gelê kurd êriþkariya
dagirkerên tirk þikandin. Wê tehdîtênn li
ser gele kurda rakir û êdi Kurdistan rizgar dibe. Çûna
wan ku çûn roja kurdan reþ bikin lê belê
roja wan reþ bû. Niha jî disa xwe dipesnînin,
dibêjin me çiyayên Kurdistanê parçe
parçe kirin û bi sedan gêrîla kuþtin û
yên din jî reviyan baþûr.
Bi giþtî dîsa dest bi pesn
û derewan kirin û ji serleþkaran re dibêjin hûn
çûn baþûr, we gêrîla xilaskirin ma
çima we guhê Barzanî jî nekþand. Wan rûyê
wanê reþ qet þerm nake. Rewþa ku ketinê nabînin,
gelo ma çi bi serê wan hatiyê, ji devê ketin
ji hop hopê namînin.
This entry was posted on 19-03-2008 10:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 19-03-2008 10:07 Views: 219
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 219