Dewleta tirk ji Împaratoriya
Osmaniyan heta îro kurdan dixapîne. Dewletê her
carê ji bo xapandina kurdan riyek dîtiye, di her
tengasiya xwe de komên çeteyan li hemberî gelê
kurd bi kar anîne. Ji çeteyên Hemîdiyan heta
îro bi dehan caran bi rûyên cur bi cur çete
li hemberî kurdan derxistin holê. Dewlet bi çeteyan
jî nemaye, di bin navê îslamiyetê de terîqat
û cemaetên ji çeteyan gelek xirabtir li hemberî
gelê kurd bi kar anîne.
Ji her gavê bêtir dewlet
îro van lîstikan dilîze, çete, terîqat
û cemaetan li hemberî gelê kurd bi kar tîne.
Ev demeke dirêj e ku çeteya Ergenekonê ketiye
rojevê û her kes li ser vê çeteyê
nîqaþan dike. Aliyê kurd jî gelek dixwaze ku heta
dawiyê bi ser vê çeteyê de biçin û
koka vê çeteyê biqelînin. Ev yek tiþtek
gelek baþ e, divê kurd vê daxwazê bikin. Lê
îro li hemberî gelê kurd gelek komên çeteyan,
cemaet û terîqat tên bikaranîn ku gelek ji
çeteyên Ergenekonê zêdetir zirarê
didin gelê kurd. Ev komên çeteyan gelek ji çeteyên
Ergenekonê xirabtir in.
Îro li Kurdistanê
xirabtirîn çete çeteya cemaeta Fethullah Gulen e.
Cemeata Fetullah Gulen mîna vîrûsa nexweþiyeke
têger (bulaþici) ketiye nava gelê kurd. Di serî de
xapandina olî, bi riyên cur bi cur ketiye nava malên
kurdan. Zirara ku ev çete dide gelê kurd heft babên
çeteyên Ergenekonê nikarin bidinê. Heke ku
îro ev çete bikaribe di nava malên kurdan de xwe
birêxistin bike, ev yek qelsiyeke siyaseta kurd e. Ez aþkera
bibêjim siyaseta kurd li hemberî vê çeteyê
bêdeng e. Ev bêdengî jî rê dide
xwebirêxistinkirina vê çeteyê.
Hêlîna wan dersxane û
komele ne
Hêlîna xwebirêxistinkirina
vê çeteyê dersxane, malên xwendekaran,
komele û dergah in. Li hemberî kirinên vê
çeteyê em wisa bêdeng in, heke ku ev çete
bê di nava malên me de dergaheke xwe ava bike dîsa
jî emê dengê xwe nekin. Ez dipirsim gelo siyaseta
kurd, ango siyasetmedar, rewþenbîr, nivîskar, hunermendê
kurd… çima li hemberî vê çeteyê
muxalefetekê nake? Çima vê çeteyê di
nava raya giþtî de teþîr nake? Dengê ku heta niha
derketiye li hemberî vê cemaetê dengekî pir
nizm e. Ev deng ne çûye guhê gelê kurd, ne
çûye guhê vê çeteyê û ne
jî çûye guhê dinyayê. Îro bi sed
hezaran kurd bi çavê ku mifteya deriyê bihuþtê
di destê vê çeteyê de ye, li vê çeteyê
dinêrin. Ev çete wisa dikeve damarên kurdan, wisa
þiringa dike ku zû bi zû bi ser xwe ve neyên. Her
kurdê ku vê çeteyê þiringa kiribe, ango
vîrûsa vê çeteyê gihîþtibê,
ew kurd bûye dijminê gelê xwe, nexasim jî
dijminê Tevgera Azadiyê. Berê dewletê
terîqet, þêxên sexte û axa li hemberî
gelê kurd bi kar tînan. Piþtî ku bandora wan
þikest, îro jî li þûna þêxên sexte
van cemaetên çete û malbatên terîqetan
bi kar tîne.
Malbatên xwe bi kar tînin
Yek ji riyên qirêj ku li
hemberî gelê kurd bi kar tîne jî hin malbat
in. Malbata Huseyîn Çelîk, ya Cuneyt Zapsu, ya A.
Kadir Aksu, ya Dengîr Mîr Mehmet Firat hin ji van
malbatan in ku esilkurd in, lê belê dîn dijminê
gelê kurd in. Zirara ku îro ev malbat didin gelê
kurd tu çeteyên mîna yên Ergenekonê
nedane gelê kurd û nikarin bidinê jî. Çeteya
Ergenekonê û yên mîna wê (ku maka van
çeteyan hemûyan dewleta tirk bixwe ye) kurdan yekcar
dikujin. Lê belê ev çeteyên din tevî
kuþtinê seqet dihêlin, vîrûsa xwe têxin
damarên wan, ev vîrûs jî roj bi roj belav
dibe, di encamê de civakeke seqet ku mirina vê ji saxbûna
wê baþtire dimîne li meydanê.
Ji ber vê yekê divê
ku gelê kurd bi hemû dînamîkên xwe ve,
di serî de cemaeta Fetullah Gulen, malbata Huseyîn Çelîk
û malbatên dî, li hemberî hemû çete,
cemaet û malbatên di nava xiyanetê de muxalefeteke
baþ bide meþandin. Divê ku ev cemaet, çete û
malbat li Kurdistanê bêne teþhîrkirin ku cihê
wan di nava gelê kurd de nemîne. Çawa ku ev çete
mafê jiyanê ji gelê kurd re nahêlin, divê
ku mafê jiyana van çeteyan jî li Kurdistanê
nemîne.
Hedef ne tenê bajarê Amedê
ye
Ev demeke dirêj e ku hikûmeta
AKP’ê çav berdaye þaredariya Amedê. Erdogan
dibêje divê em þaredariya Amed û Dêrsimê
bistînin. Li ser vê yekê jî aliyê kurd
hemû hêza xwe daye ser Amedê. Ev yek xapandinek e,
lîstikeke AKP’ê ye. AKP ji me baþtir dizane ku ew
nikare Amedê bistîne. Lê wisa dike ku siyaseta
kurd hemû hêza xwe bide ser Amedê û cihên
din vala bihêle, da ku li cihên din rehetî qazanc
bike û dîsa cihên wekî; Êlih, Wan,
Agirî Mûþ û hwd. di destê xwe de bihêle.
Îro siyaseta kurd hemû hêza xwe daye ser Amedê
û cihên din qels hiþtine. Ev yek xetereyeke gelek mezin
e. Ev yek tam xwestina AKP’ê ye. Erê divê ku Amed
bê parastinn, lê divê ku cihên din jî
bi qasî Amedê bên parastin. Bi ya min Amed
parastiye, divê ku siyaseta kurd hêza xwe ji bo cihên
din zêdetir bi kar bîne. Nexwe sibê roj em nebêjin
way me çawa kir, me rabû hemû hêza xwe da
ser Amedê lê me cihên din ji dest dan. Yanî
kurd careke din neyên lîstika neviyên Osmaniyan.
This entry was posted on 04-04-2008 14:32. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 04-04-2008 14:32 Views: 55
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 55