Ev Newroza îsal (2008)yekitiya
neteweyî û hêza kurdan û bi biryarbûna
wan ji bo aþîtî û azadiyê bi dost û
dijmina dazanîn Newroza îsal kurd kirine xeleka dora
rojê bi gurbûna agirê Newrozê li çiya
baniyan li gûnd û bajaran ta derveyî welat hemû
deverên cîhanê ronahî kir.
Ew vîna
kurdan di dîroka mirovahiyê de bû mînak û
metînger ketin nava fikaran û dîn û har
bûn. Ew qas harbûbûn ku mîna seyên
har û dev bixwîn êrîþên hovane dianîn
ser gelên kurd, jin û mêr, zarok û ciwan hemû
ji xwe re kiribûn hedef. Ew dîmenên ku derketin
holê Îsraîl derbastir dibû. Ew qas bi kîn
û nifrîn dayikên me bi hovîtî dihatin
lêdan milên zarokan diþikênandin. Ew qas bê
perwa bûn tu mirovên xwedî wijdan napejirîne.
Mixabin cîgirê Þaronê
Îsraîl Recep Þaron Erdogan bi kêfxweþî
peþwazî dikir û wîha digot, “ger jin be jî,
zarok be jî hêzên ewlekariyê tiþtên
pêwîst çi be we bikin” û ew cêwrikên
xwînxwar ên barbar pîroz dikirin û dibe ku
xelat jî bide wan lê helweesta cîhana qaþo hemdem
ji bo masiyekî yûnûs hemû radibin piyan û
bi hemû hêza xwe helwest nîþanî nêçîrvanan
didin. Gava mîjar dibe kurd û Kurdistan kor in ker in,
nabihîsin û nabînin. Ez nizanim ev tê çi
wateyê yan ji dewleta barbarîstan ditirsin an jî
bertîlan distînin ku ew qas bi xemsarî me li
kurdan mêze dikin. Serokwezîr Receb Þaron Erdogan bi
awayekî hovane û barbarî li mirovan dimêzîne
wek badîgard (kabadayî) nezîkî mirovan û
civakan dibe tu caran di dîrokê de mirovekî bêpîvan
û bêsînor nehatiye dinyayê.
Di dîroka mîrovahiyê
de serokwezîr ev qas bê pîvan nêzî
mirovan nabin. Ne di axaftina xwede ne jî di peywîra xwe
de tu pîvanê hiqûqî û însanî
nas nake. Gelo ew zarokên ku li Wanê, Geverê bi
hovîtî ji hêla padaran (polis) de hatin îþkence
kirin, li Sêrt û Colemêrgê dayîkên
me li Wanê avêtin ser hev du û wek seyên har
lêdan û îþkence kirin. Qet kesî nedît
ew parlamenterên qaþo kurd in di nav AKP’ê de çi
difikirin. Mixabin wan namûsa xwe firotine diravan. Ger ku
þerm bikirana wê ji AKP’ê veqetiyana. Dîrokê
ji wan hesab bipirse dîrav nabe þeref û namûs.
Receb Þaron Erdogan bi dirûtiya
xwe tê nasîn. Pêþiya hilbijartinên 22’yê
tîrmehê dema ku çu Amedê wiha got, “Li
Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye, ev pirsgirêka min
e. Ez ê çareser bikim lê artêþ destûr
nade. Dewletê jî þaþitî kiriye ez li ser navê
dewletê lêborînê dixwazim. Dema ez vê
carê jî bibim serokwezîr, ez ê îþkence
jî daxim bîne sifirê.” Gelê kurd bawer kir
û dengên xwe dayê. Dema ku bû derveyî
sînor û dagirkirina baþûr, daxwazên gelê
kurd bi xwînê da tepisandin û bû nêçîrvanên
seriyan û bazîrganê xwînê çiyayên
welatê min bombebaran kir xweza rûxand.
Belê dîsa xwîn û
gîrî dîsa dayikên me di re de xemilandin.
Van hemûyan bi oldariya çewt û rovîtî
dike. Bila Receb Þaron Erdogan Salvador Alende, Danîel
Ortega, Hûgo Þavez û hwd bikole mirovahiyê
bielime lê mixabin aliyên Þaron, Adolf Hîtler,
Pînoþet û Mûsolînî ji xwe re kiriye
mînak. Çiya çiqas bilind be jî rê
pê dikeve. Receb Þaron Erdogan ji demokrasî tiþtên
tu ji xwe re dixwazî ji hemû mirovan re bixwaze ku
dawiya te nebe wek Sedam
Newroz pîrozkirinê dijminên
kurdan kirin nava tirs û xofeke mezin bi milyonan kurd rabûn
bi rengên kesk sor û zer bi cil û bergên
neteweyî bi yek dengî navnîþana çareseriyê
û vîna xwe diyar kirin. Divê bibîne.
Muxatabê pirsgirêkê diyar e. Êdî rev
nabe zû dereng hûn ê xwe bidin ber nîrê
xwe. Em kurd bi hevî ne. We di Newrozê de cîwanê
me kuþtin, li Qamiþlo Wan û Geverê. Em bi kuþtinan
xilas nabin. Tirk, ereb û ecem em cudaxwaz nîn in. Di
nav komareke demokratîk de bi xweseriya demokratîk
jiyaneke azad û aþitiyeke birûmet de bi çand û
nasnameya xwe dixwazin bijîn. Em natirsin, em dibêjin
bila xwîn neherike dayik megirîn. Bi hêviya rojên
azad û Newrozên bêxwîn.
This entry was posted on 03-04-2008 12:48. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 03-04-2008 12:48 Views: 48
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 48