Doza dadanê li DTP hate vekirin,
bêdengiya mirovkuj tevahî cîhan dakir kir. Sedema
wê bêdengiyê tenê DTP û erka neteweya
kurd bu. Her wiha li hemberî doza girtina DTP’ê tevahî
cîhan ker û lal bûbu. Ew bêdengiye diþibiya
bêdengiya bidarvekirina Þêx Seîd, Seyîd
Riza, Qazî Mihemed, bêdengiya qetlîama Qamiþlo û
Helebce û bêdengiya qomploya nawneteweyî ya li
hemberî rêberê gelê kurd birêz Abdullah
Öcalan.
Doza girtina DTPê di nav gelê kurd de hêrsek
û bertekek çêkiribe jî ew hêrs û
bertek hin mezin nebûn ku bibin sedemê xwepêþandan
û protestoyên navdar. Bê guman sedema çênebûna
xwepêþandan û protestoyan, a herî girîng ji
hînbûna gelê kurd a salan e partiyên wê
têne girtin. Mînaka wê ya herî berbiçav
jî dema doza girtinê li DTP hate vekirin siyasetmedara
kurd a navdar Leyla zana bertek nîþan da û got; “hûn
pê partîgirtinan, nikarin pirsgirekan çareser
bikin. Min jî bîrkiriye ku heta niha çend partiyên
nûneriya kurdan dikin hatine girtin. Her wiha kurdan bertek
nîþan dane zêdetir xwe hêviya pêþniyareke
girava Îmraliyê girtiye…”
Bêdengiya cîhanê ya
li hemberî girtina DTP’ê jî bê sedem nebû;
ji ber ku hemû hêzên cîhanê yên
serdest daxwaz dikir ku Rêberê Gelê Kurd Birêz
Öcalan û PKK bixin bin bandora xwe û li gorî
xwe bi kar bînin.Lê belê birêz Öcalan û
PKK’ê dilsoziya xwe ya azadiyê her dem bi lêv kir
û ji bo azadiyê mînakên cangorî û
fedaîtiyê yên ber bi çav nîþanî
tevahî hêzên cîhanê dan. Dema hêzên
cîhanê ên serdest fêm kirin ku nikarin wê
hêvî û baweriyê biþkînin kampanyayeke
bi her awayî birêz Öcalan û PKK tune bike da
destpêkirin.Di nav wê kampanyayê de armanca herî
bêrumet û bêpîvan jihevducudakirina birêz
Öcalan û gelê wî û jihevducudakirina PKK
û gelê kurd bû. Ji ber wê sedemê ji
hêzên cîhanê yên serdest bandoreke
siyasî û derûnî li ser DTP’ê kir ku
bibêje PKK tevgereke “terorî” ye lê bi tu awayî
nekarî bi DTP’ê bide gotin ku PKK tevgereke “terorî”
ye li hemberî wê sipartinê DTP’ê bi biryar
got; “PKK ne tevgereke teror e û ew zarok, xwîþk û
birayên me ne”, bi heman awayî gelê kurd bi deh
hezaran dakete qada piþtgirî da biryara DTP’ê. Her
wiha gelê kurd 2008’an salvegera komploya navneteweyî
bi her salê hêz û hêrstir nalet kir û
got; “PKK gel e, gel li vir e û bi ruh û bi can em tere
ne ey serok.” Niha jî gelê kurd xwe amade dike ku
bibêje ji bo serokatiyê azadî, ji bo azadiyê
jî serkeftin….
Eger em bizivirin sernivîsa xwe;
bombeyek li Enqereyê teqiya û tevahî cihan hejand.
Ew bombe jî doza girtina AKP bû. Dema min dest bi vê
nivîsê kir li ser doza girtina AKP’ê kêm
kesa nêrînên xwe anîbûn zimên û
ew nûçe hê jî vek nûçeya
lezginî dihate temaþekirin. Ew kesên nêrînên
xwe anîn ziman yek Abdullah Gül bû digot; “girtina
AKP’ê, dê çi kar û berjewendiyê bide
vî welatî.” Ê nêrînên herî
balkêþ dianîn zimên li xiyanetkarê eslê
xwe noker, hevkar ,”tirçîkçî” parêzvanê
AKP’ê yê bêçante Mehmet Metîner bû.
Bi salan e komkujî hovîtî li ser gelê wî
hindî serê zirayê ne razîbunek refleksek
nîþan neda.
Lê ji bo doza girtiina AKP’ê
cîhan xira dikir û di got; “skandal e, cînayeta
hiqûqê ye (kujeriya huquqê)” berdevam dikir û
digot; “AKP wek DTP’ê nîn e”, yanî bila DTP’ê
bigirin lê belê girtina AKP’ê ez qebûl
nakim ji ber ku ew destheqê vê rewþê didin min. Wê
gotinê hêrsa wî nediþkand û êriþ li
ser DTP’ê dikir û di got; “DTP nijadperstiyê
dike”.
Belê xwendevanên hêja
ji niha wê ve hûn ê dengê cîhanê
bibîhizin ka çawa AKP’a xwe xwedî derdikevin. Ji
ber ku ew ji bilî kurdan AKP’a her kesî ye yan jî
her kesek li gorî xwe AKP diþixulîne. Yanî wek
gotinên pêþiyên kurdan; “kero kê te dajo?”
Ew ji bersiv dide û dibêje “kê dajo bila bajo.”
Ne tenê dengê hêzên
cîhanê yên serdest, dengên “gorzo” yên
wek Mehmet Metîner jî dê hêzde bibin…
This entry was posted on 20-03-2008 08:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 20-03-2008 08:52 Views: 86
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 86