Tevî ku cewherê demokratîkbûyînê
ye, yek ji rastiya ku divê em bi serê xwe li ser rawestin mijara
jinê ye û nîzama nakokî û têkiliyên li hawîrdorê ye. Ilmên
civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komîn û demokratîk
rawestiyane, ew çend jî û heta jê zêdetir dûrî mijara jinê
mane.
Mîna ku bûyerên li dora jinê û serhatiyên wê pir
pêdiviyên xwezayî be û ev têgihîþtin xwe di hemû zanistan de
nîþan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek
pêþferaziyeyekê tê qebûlkirin. Ya mirov xemgîn dike, jin bi xwe
jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Çendîn gelan
dikin jin, jin jî dibin gel. Wexta Hîtler dibêje; “Gel mîna
jinê ne” vê rastiyê destnîþan dike. Dema kûr nêzî mijara
jinê bibin, emê bibînin ji cinsekî biyolojîk wêdetir wek nijad,
çîn û netewekî pê re hatiye danûstendin. Wek nijad, nifþ û
yan jî netewê herî zêde hatiye pelixandin. Divê bê zanîn, tu
nifþ, çîn, an jî netewe mîna jinê li koletiyeke sîstematîk
nehatiye qewimandin.
Cudahiya biyolojîk wek sedemek ji bo
koletiya wê tê bi karanîn. Hemû karên dike bi gotina “karên
pîrekî” sivik têne dîtin. Ketina jinê ya nav gelemperiya
civakê ji aliyê dînî û exlaqî ve wek þerm tê qebûlkirin. Her
ku diçe ji çalakiyên girîng ên civakî dûr tê xistin. Xebatên
siyasî, civakî û aborî çendîn ketin destê hêza serdest mêran,
qelsî û lawaziya jinê mîna saziyekê cih digire. “Cinsê qels”
mîna baweriyekê tê parvekirin.
Ya rastîn, eþqên serdema me,
mikurhatinên pir aþkera ne û nîþan didin; zêhniyeta ku sîstema
serdest li ser civak û mirov ferz dike li qadên herî pîroz ketiye
çi rewþê. Yek ji wezîfeyên zehmet ên þoreþgeriyê ji nû ve
geþkirina eþqê ye. Eþq kedeke mezin, rohnîbûna zêhniyetê û
hezkirina mirovatiyê dixwaze. Yek ji þertên girîng ên eþqê;
divê tu li sînorê zanyariya serdemê bî. Þertê duyemîn; divê
tu li dijî çavsoriya sîstemê xwedî helwesteke mezin bî. Ya
sêyemîn; divê tu xwedî exlaqekî wisa bî bizanibî bêyî
azadiyê mirov nikare li rûyê hevdu binerin. Ya çaremîn; divê
ajoyên cinsî li gorî pêdiviyên sê noqteyên me destnîþankirî
xwe rabigire. Yanî ku tu negihîjî zanyariya ajoyên cinsî, exlaqê
azadiyê û bi pêdiviyên têkoþîna eskerî-polîtîk ve girê
nedî, her gava were avêtin înkara eþqê ye. Kesên bi qasî
çivîkekê azad derfetên wan ên hêlîn danînê nebin, nikarin
behsa evînê, têkiliyê û zewacê bikin. Ya rastîn, eger behs
bikin, wê wextê xwe radestî koletiya nîzama civakî ya serdest
kirine û diyare qîmeta nirxên serberziyê yên têkoþînê
nizanin.
Eger wexta behsa rastiya eþqa serdema
me were kirin, ji eþqa Leyla û Mecnûn zêdetir, ji gelek ehlên
tesawifê jî wêdetir, bi nazikiya zanyaran, kesên ji bo derketina
ji kaosa civakî ya îro û rê li ber vekirina azadiyê, bi egîdî,
fedekarî û serketinê xwe îspat bikin hene û bi qezenckirina van
kesayetan eþq dibe.
Pirsgirêkên jinê yên aboriyê,
wekheviya civakî, beriya her tiþtî bi çareserkirina îqtîdara
polîtîk û bi serketina demokratîkbûnê dikarin bersivên xwe
bibînin. Pir aþkera ye, heta siyaset bi awayekî demokratîk neyê
meþandin, di azadiyê de pêþketin nebe, wekheviyeke hiþk a huqûqî
zêde maneya wê nîne.
Ya rast, divê mirov helwest û
nêzîkbûna ji bo jinê wek þoreþa çandî bigire dest û li ser
rawest e. Niyet çiqas baþ dibe bila bibe, hewldan û xebat çiqas
werin kirin bila werin kirin, bi sedema çanda heyî û ji ber
nakokiyên di nava rastiyê bi xwe de çareseriyeke azadiyane nabe.
Nasnameya azadiyane ya herî radîkal, bi helwesta ji bo jinê, yan
jî bi awayekî giþtî bi serwextbûna li nîzamê têkiliyên
jin-mêr û li dawî hîþtina wan mumkîn dibe. Divê her kes baþ
bizanbe, li ser navê kevneþopiyan, sergirtina jinê, li ser navê
hemdemiyê jî bi pornografîkirina jinê, bi qasî serê derziyê
pêþketin nabe.
Bi taybetî ji bo girseyên jinan,
Malên Starê yên li bajaran bên avakirina, divê wek qadên
azadiyê werin pêkanîn. Bi awayekî herî guncaw û li cih pêkanîna
Parkên Çanda Jina Azad girîng in. Malbatên nikaribin keçikên
xwe perwerde bikin û ji ber dibistanên nîzama serdest a rewþa wan
tê zanîn, zarokên keçik û jin dikarin li Parkên Çanda Jina
Azad perwerde bibin, hilberînin û di beþên xizmetê de cih
bigirin. Parkên behsa wan tê kirin, dikarin rola perestgehên
hemdem bilîzin.
Tê gotin bêyî jinê jiyan nabe, lê
bi jina heyî re jî jiyan nabe. Têkiliyeke jin-mêran a heta qirikê
di koletiyê de çûbe xwarê, xuya ye wê kes pir zêde bixîne û
bist bike. Ji lewra di kaosa dawîn a sîstema kapîtalîst de hêza
mezin a ji eþqê tê hêvîkirin divê li dora jinê were afirandin
û pê gav were avêtin. Bawer dikim, divê ev yek ji karên pîroz û
bi þeref ên qehremanên rastîn be ku dilê xwe dane eþqê û serê
xwe danînê ser vê rê!
This entry was posted on 04-05-2008 12:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 04-05-2008 12:12 Views: 106
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 106