MalMalForum Armancên AKP'ê, çand û zargotina kurdî
Armancên AKP'ê, çand û zargotina kurdî
ÎBRAHÎM XELÎL EFE
Civaka kurd ku di warê bermayiyên
nivîskî gelek kêm e, xwediyê wêjeyeke
devkî ya pir dewlemend e.
Dîroknasê kurd çaxa
der barê dîroka xwe de lêkolînan dikin, di
destpêkê de bala xwe didin zargotinê. An jî
bala xwe didin, çand û folklora ku bi riya, çîrok,
destan, bûyer û serpêhatiyên ku bi hezaran
salan pêk hatiye û gihîþtiye roja me ya îroyin.
Belê li Kurdistanê, tevger
û armancên partiya AKP'ê yan jî îslama
siyasî. Weke ku em hemû dizanin, li welatê me li
bajar, navçeyan û li gundan di bin navê saziyên
sivîl yên mîna ‘Kîmse Yokmû’ û
‘Denîz Fenerî’ de li gel zexîre mîna
goþt, birinc, ava firingiyan, rûn, meqerne û cil berg
tên belavkirin. Di vî warî de dibê em ê
zikê wan têr bikin û xwe gelê kurd bidin
qebûl kirin. Lê dema ku di nav gel de vî karî
dimeþînin, bi taybeyî zimanekî olî
bikartînin, bes mirov nikare saziyên ku vî karî
dimeþînin ji feraseta AKP'ê û tevgerên mîna
yên Fethûlah Gulen cuda bibîne û binirxîne.
Ev xebatên hanê bi du
awayan tên meþandin û rêvebirin.1-wek me li jorê
jî anî ziman, bi belavkirina zexîre, cil û
bergan e. 2- Ew jî wek em baþ dizanin di serî de bajarên
mîna Amed, Mêrdîn, Wan, Þirnex û li
Colemêrgê, xebatên wan bi riya fêrgeh,
wanegehên mîna Sûrê û îroyin jî
ber bi dibistanan ve diçin. Aniha jî li hemû bajar
û navçeyên welêt û hetanî bi
taxan, di bin navên sazî û dezgehên olî
de xwe bi rêxistin kirine. Gelo di vir de armanc çi
ye?Ma gelo gelê kurd ne misilman e ku wê misilmantiyê
hînî wan bikin. Ma gelo gelê kurd, aþtî,
azadî û bihevrejiyaneke hevpar naxwaze?
Bes mirov dikare bêje, gelê
kurd ji hemû gelên Rojhilata Navîn bêhtir
girêdayî çanda misilmantiyê ye. A din, gelê
kurd ji hemû gelên der û dora xwe bêhtir doz
û têkoþîna aþtî, azadî û
jiyaneke hevpar bi hev re jiyanê daye û dide. Lê
çi.? Bi awayekî vekirî û aþkera diyar e ku
armanca AKP'ê û saziyên der û dora wê
ev e ku kurdan ji çand, zargotin û folklora wan a bi
hezaran salan bi dûr bixe û bihêle. Lê kurdên
li gorî feraseta xwe ava bike. Gelek caran tê gotin ku
armanca AKP’ê û der û dorên wê ew e
ku þaredarî yan deskeftinên ku kurdan bi dest xistine,
ji destê kurdan derîne.
Bê gûman rastiya vê
yekê heye, bes pratîka ku di nava civaka kurd de dimeþîne
dide diyarkirin ku armanca bingehîn ji holê rakirin an jî
bidûrxistina çand, zargotin û folklora kurdan e.
Li gorî min divê xetereya herî mezin ku ya bê
dîtin ev e. Lê di wê baweriyê de me ku bi van
tevger, xebat û hewldanan nikarin çanda kurdan ku li
Mezopotamyayê çanda herî kevnar e û xwe
dispêre xwezayê ji holê rakin an kurdan jê bi
dûr bixin. Çanda kurdan ku xwe dispêre xwezayê,
çavkaniya wê jî çanda zerdeþtiyê ye.
Berî ku ez du mînakan ji çanda kurdan bidim, ez ê
xalekê bi xwendevanên hêja re par ve bikim. Di
çanda kurdan de cihê tariyê nîn e yan jî
tarî ne çêyî û ne mirovayetî ye,
lê bi hemû cureyên xwe, xwe dispêre ronahiyê,
ronahî jî çêyî, baþî û
mirovayetî ye. Lê vegera kurdan û navên
kurdî, bi taybetî piþtî têkoþîna
azadiyê di salên 1990' an de dest pê kir û
pêk hat. Mînak: Roger, Rotînda, Rûbar,
Rojhat, Rohat, Çiya, Zozan, Kendal, Agir, Birûsk, Aso,
Rojda, Rozerîn, Bêrîvan, Berwar, Ronahî,
Zinar û her wekî din.
Di çanda kurdî de hin
sondxwarin. Mînak: Bi vê avê, bi vî agirî,
bi vê ronahiyê, bi vî asîmanî, bi vê
rojê, bi vê hîvê, bi vî þîrî,
bi vê çirûskê, bi vî ewrî, bi vî
nanî, bi vî genimî û her wekî din.
Tiþta ku bû sedem ez vê nivîsê binivîsim,
ew jî di serê meha sibatê de, li gundekî
Dêrika Çiyayê Mazî em ji bo dawetekê
hatibûn vexwendin. Gund di nav çiyê de bû,
lê seqemeke ku mirov dikare bêje radeya wê di bin
kêmekê de bû. Lê qîz û xort, jin
û mêr bi piranî bi cil û bergên xwe yên
heremî yan gelerî girtibûn govendê. Di bin wê
seqemê de bi gelek cureyên lîstikên mîna
di cih de, Bablekan, Þêrizdîn, Delîlo û ling
dileystin. Car caran kuliyên berfê jî dihate xwarê,
lê bi vî awayî govend heta yanzdehê þevê
dom kir, li welatê me hemû govend di nav atmosfereke
serhildanî de derbas dibin.
Çand û zargotina kurdan di
bin gelek karesat û tofanên mezin re derbas bûye
hatiye roja me ya îroyin. Tu feraset, tu pergalê nekariye
vê yekê biguherîne, ji holê rake. Dixwazim di
dawiya nivîsa xwe de, bi gotineke pêþiyên tirkan
bi dawî bikim; “eskî koye yenî adet getîrîlemez.”
This entry was posted on 23-03-2008 10:51. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 23-03-2008 10:51 Views: 101
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 101