Berî çendekê min û siyasetmedarekî
qerase li Brûkselê di civateke nas û dostan de me sohbeteke germ
digerand.
Ev sohbet ew çend germ bû ku te digot
qey ji vê sohbeta me to û nivîþk dirêjiya ser sikakên
Brûkselê…
Di wê hingavê de min dil dikir ku
pirtûkeke xwe ya “Mirin” diyariyê siyasetmedarê me yê
tirtire bikim.
Lê ji wê mereqa koçeriya xwe min
çend gotinên bêguneh guvaþtin û bi dengekî nizim û narîn
nîvpirsek jê kir: “Gelo cenabê te dizane bi kurdî bixwîne?”
(Waa weylêêêê! Keçê te keziya xwe
bi ser delalîkên xwe de ji binî de kur bikira û vê pirsê
nexista devê xwe!!??..)
Jixwe piþtî wê nîvpirsê hema bêje
hemû jiyana min jî guherî û îmana min derket. Erê ez ne keç
bûm ku min keziya xwe kur bikira; lê ev pora min ya spî piþtî wê
nîvpirsê bû pembû û niha hazir e ku ji we re bibe lihêf
ezgorî!
Heke ez careke din bêhemdî jî werim
vê mîrata dinyayê, ez ji niha ve sonda mêrê berê dixwim ku ez ê
qet riya xwe bi xopana Brûkselê jî nexim, heke ez li dinyayeke din
jî li rastî camêrekî wekî wî siyasetmedarê me bêm ez ê hemû
pirsên di serê xwe de bi sabûna kizwanan biþom û ez ê wî wekî
Celadetê duyem îlan bikim.
Piþtî wê nîvpirsa min rengê
siyasetmedarê me zer û spî bû. Bi þêwaz û retorîkeke ecêb
gotinê zivirand ser meseleyên din. Ji niþka ve serê çend hevokan
–bêmane!- girt û anî ser pirsgirêka zarava, devok û alfabeyên
kurdî!
Ez jî nizanim bê çer çawa çilo, lê
yekîtiya alfabeyê bi sînorê çar parçeyên Kurdistanê ve
zeliqand û wekî tevna ku pîrika min dihûnand grê da.
Wekî teþîrêsekî jîr Peymana Sevr
û Lozanê jî bi van sînoran ve danî. Bêyî ku nefes bistîne
berê gotinan zivirand ser planên CIA, MOSSAD, KGB, MUXABERAT û
MÎTê û nola qehremanekî dawî bala min kiþand ser 172 dewletên
komplo-ker!
Ez hê jî li benda bersiva xwe bûm.
Heke hingê bersiveke “ERÊ” an jî “NA” bida min, min ê
bawer bikira ku heta çend salan dê Kurdistan jî ava bûya.
Heke ku bersiveke biçûçok jî bida
vî koçerê xwe û bigota a niha xwe tazî bike û heta Amedê
bibeze, bi serê xwe û we kim, min nedigot, “NA!!!”.
Jixwe min jî wekî mîrêkî botiyan
her sebra xwedê dikiþand û her digot, “Belê ezbenî!”
Koçernot:
Belê xwendevanên hêja! Ez dizanim ku
hûn jî niha wekî min meraqa bersiva vî siyasetmedarê me yê
qerase dixwin, nexwe bimînin heta hefteyeke din li bendê. Heke hûn
vê bersivê mereq nekin, nexwe hûn bi xêr û ez silamet…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 03-05-2008 11:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 03-05-2008 11:04 Views: 92
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 92