• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Þeng-Al-ya! VII
Þeng-Al-ya! VII Binivîse E-posta
 

Þengalyayê!

Xwîna min ji dengê te diherike,

Li ser sînga te pirtûkên xatirxwestina xwe iþewitînim

Û di mirina te de, xwe hînî keskesora çiyê û tenhatiya zimanê xwe dikim..

Tîrên dengê xwe ber bi kûrahiya kevanên xewna min ve veweþîne

Û welatên ji sormij û pêxwasan di ferhenga êvara min de bilorîne!

Li bilûrên xwe binêre!

Li govendgerên xwe binêre!

Kêlîkên xwe, pasvanên xwe,

Çîrokên xwe,

Koçberên xwe û seqema xwîna xwe zeft bike û di bêdengiya çiyê de,

Di dilê min de winda bibe!!!

Winda bibe Þingalyayê!

Piþta xwe bide govendger û sirûdan

Û tîr û kevanê min di sînga xwe de ji bîr neke!

Birûska xwe di banga min de daçikîne, di þaneyên çiyê de bihêwire

û tava rojê, bi destên xwe bilind bike!

Ji ronahiyê re bibêje roj baþ!

Ji Þingalê re bibêje roj baþ!

Ji rojê re bibêje roj baþ!

Û min,

Û destên xwe

Nimêja xwe,

Birîna xwe,

Dayikên xwe,

Bêdengiya mirina xwe

Di hawarên çiyê de ji bîr bike!

Þengalyayê

Li min binêre,

Giryana min li ber bahoza çavên xwe bidêre…!

Û Ji min re bibêje:

Þevistan e..

Goristan e…

Kurdistan e…

Û bi tenê sîberên mirinê di ximava peyvê de

Li pey darbesta min bihêle!

dawî

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

03-11-2007 09:24 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-11-2007 09:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 03-11-2007 09:24
Views: 606    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;