• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Þeng-Al-ya! -VI-
Þeng-Al-ya! -VI- Binivîse E-posta
 

Bo herdu kevirên biratiyê yên ku Dewrêþê Evdî û Eferê Geysî ew di bîra Þingalê de bi dilsojiyê kolandin!!

 

VI

Þengalyayê!

Min hînî reþgirêdana peyvan û bêzariya nexþeyên welatan bike û ji Olempa kuþtarên xwe ber bi fermana xwedawendên min ve serniþîv bibe!

Troyayê þanî daholên mikurhatinê bike!

Îsakayê þanî rêçên vegerê bike

û dilopên xwîna xwe li ber destê rojê, li qontarên Qerejdaxa þewitî, li ser lêvên zuha yên Dewrêþê Ebdî raxîne!

Di paþ ewrên te de, pirtûka koçberiya pêxemberan vediþêrim û di maka te ya ji keskekî bêdeng de, çîrokan bi êzingên talanê gur dikim û ji nû ve, wek mirîdekî þeyda, rondikên xwe li ber pencereyên dilê te, li pey xwe, di agirdanka çavên Edûlê de dihêlim.

Ji xwe were,

Ji mirintirîn mirin were!

Ji êþên jiyanê û ji dudiliya zindiyan were

Ji evînê were û dilê min bi vegera xwe neêþîne!

Li wir binêre ku çawan rimên xwe li pêþberî tenhatiya te vediweþînin û berbiskên te di nav destmalên gulavî de, di kûrahiyên xewnên xwe de vediþêrin.

Li te dinêre, rondikên te ber bi sînoran ve direvin, metirsiya te di bin keviran de þîn dibe, aþiqên te rexên bêveger hildibijêrin û di kêlîkên giyankuj ên oxirê de, bi tenê ji te re dibêjin û li deþtên xatirxwestinê diqîrin:

Þengalyayê!

Þengalyayê!

Þengalyayê!

Em kilê çavê te ne!!!

Li asoyan binêre û di neynika dilê þervanan de, dilê xwe yê ji bendemanê bibîne..

Navên xweþmêrên sirûda xwe, yeko yeko, li ser kevirên spî yên Þingala spî bikole û min li ber serê xwe, findeke ebedî vêxîne.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

27-10-2007 08:50 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-10-2007 08:50. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 31 time. You can leave a comment. Last update on 27-10-2007 08:50
Views: 672    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;