• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Þeng-Al-ya! -V-
Þeng-Al-ya! -V- Binivîse E-posta
 

Çiya ji Girizêr dest bi þînê me dike û li Sîba Þêx Xidir, pirsê, di goristana spî de vediþêre!

V.

Li te digerim Þengalyayê!

Di xwîna te de li sîberên pûngê

Di nalîna te de li wateyên gernameyê

Di lêvên te de li biþirîna dawîn a heyvê

Di baskên te de li pencereyên Helebçeyê

Di çavên te de jî, li ewrên xelmaþbûyî yên bîranînê

li bendergehên tenhatiya te

û li dilê newêrek ê çiyayê xwe digerim!

Lê bi tenê, tirsa te û asîmanekî mirî dibînim,

Bi tenê, pirsa rondikên te û asoyekî kuþtî dibînim,

Bi tenê, bilûra te ya ji lerzê û ava çarenûsê di pirtûka te de dibînim,

Bi tenê bêdengiya te û bazbendên keservedana te dibînim!

 

Þengalya!

Li wêneyên xwe binêre û ji mirovan têr bibe..

Li koçberiya xwe binêre û ji zarok û balindeyan têr bibe

Li balgehên xwe binêre û neqþên destê xwe     têr bibe

Li barana xwe ya xemgîn binêre û ji keskesora êþa xwe têr bibe

Li dayikên xwe yên reþgirêdayî binêre

û ji dûman û ji gera hechecîkan têr bibe,

li min binêre û ji xaç û goristanên dilê min têr bibe!

Li min binêre û ji kêl û þewat û ji xweþmêrên ku di xwîna min de dijîn û xwîna min de dimirin, têr bibe!

Li zilamên xwe yên ji keskê narîn û li kavilên tavsorka xewna xwe binêre

Binêre Þengalya min!

Binêre Þengalçeya min!

Binêre Helebçeya min!

Binêre ku çawan sorgulên te, darbestên payîzê bi lawik û dîlokan bixemilînin

Ku çawan demsalên fermanê di çîrokên sormijê de dizingînin

Ku çawan rîhana destê te bi kêra þevê dikujin

Ku çawan dîmenên lajiwerdî yên govenda giyanê te,

Pêxemberên ji qûmê û þûrên poþmaniyê bi ser te de dirijin

Lê tu dizanî ku li te digerim Þengalyayê!

Tu dizanî ku li çurîskên kenê te û li pinpinîkên sînorên te

Û li pêlên lorîka te digerim!

Bi destê min bigire

Min hînî çûyîna ber bi laleþan ve bike!

Min hînî xwe bike

Xwe jî hînî çirayên þikestî û berbangên mirî bike!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

06-10-2007 07:59
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-10-2007 07:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment. Last update on 06-10-2007 07:59
Views: 1068    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;