Bo Nizar Agrî! Ramana ku di navbera reþ û spî de sorê destanê hildibijart, aniha berzûrî laþê heyvê û mirina çûkan dibe!
Þengalya! Keviyên kenê xwe pêþkêþî zozanên xewnê bike û sergoma xwe ya ji reþekêlan di bîbikên tenhatiya me de daçikîne, þevên me yên dawîn bi pêjna xwe pîne bike û hemî daristanên tirsê yên sînga xwe ber bi sîbera xwedayên xwe ve; Xwedayên ji beybûn û zersosinan, bilind bike. Toza gernameya xwe ji ser lêvên me birevîne û hiþê xwe di biyabana hiþê me de mohr bike! Berzûrî henasa min û matmayîna xwe bibe û di hêminiya rondikên xwe de, rex û aliyan birêse!
Birêse Þengalyayê! Herçar mirinan bi teþiyên rizyayî yên qederê birêse!
Birêse Þengalyayê! Herçar sînoran di himbêza reþebayê kederê de birêse!
Ya rebî!
Ya rebê deþt û çiyê, bej û giyê, tav û siyê, kaj û biyê, kar û miyê!
Ya rebê ins û cinnan, mêþ û gulan, dar û çeman, ba û tavan!
Ya rebê firiþte û rûperiyan, neqþ û þikeft û balinde û ajel û mûriyan!
Ya rebî!
Tu bi qedrê iz û celal û kemala navê xwe bikî
Tu yê baranê hînî ewran,
Xewê hînî çavan
Gotinê hînî lêvan
Birînê hînî dilan
Giryanê hinî hestan
Darbestan hînî destan
Û Þingalan hînî goristanan bikî!
Ya rebî!... Zêrê berbeyaniyê ji hawara te dipijiqe û gencîneyên talana te bi ser nexþeya sosretê û bi ser fermanên þevistanê de diherike. Li te digerim, li çurisîna mêkewên te û li rengên þewitî yên dîmenên teqîna hiþê te digerim... li pêþberî nepeniyên xwînê û fermana bend û ayetên te dudil dimînim û leþkerên serxweþiya navê te, di qontara çiyayên mirinê de, di baþûrê xewnkuj û sergerdan de, bi çavên mîrniþiyan dibînim û li fermana dawîn a rojê digerim!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-10-2007 14:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 14:59 Views: 517
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 517