Bo Tariq Hemo! Xewnên me, di navbera du Helebçeyan de, zuha dibin?
Þengalya!
Me û dûmana gawirane bi lorîkên ji keviran bilorîne!
Û þînê xwe yê ji girnijînê;
yê ku pesnê xwedawendê meyê dida û gulhinara mirinê bi mizgîniyan dixapand; þînê xwe di dilê min de hînî mehrebanî û destpakiya rengan bike û tembînameya xwe ya derizî bi þînekî dilsoj di þînê de bilorîne!
Li qebqeba rojgaran û nalîna þengebiyên hiþê xwe guhdarî bike û ji mêkewên çîrokê nedexise, li gurmîna kevnar a dilê xwe guhdarî bike û qehremanên ji rewrewkê yên dîroka bê qehreman berbi kavilên laþê xwe ve rakiþîne!
Paytextên koçberiyê, yeko yeko, di ferhengên êgir de bi nav bike û þevçirayên xwe yên westiyayî radestî sersomiya melevanên deryayê û radestî pênûsên derewîn, partiyên derewîn, serokên derewîn û masiyên derewîn bike yên qedera min û xwe bike!
Li pêþberî hawara min a ji tozê, zarokên xwe yên ji zersosinên evînê ber bi rûbarên mirinê ve, bilind bike! Û li pey mirina min, li pey xuþexuþa çequlên darbesta min û li pey ava gunehkar a helbesta min, strana xwe ya ji barana talanê û ji nijada þewatê û ya ji mohrên zarotiyê bibêje Þengalyayê!
Þengalya!!
Gernameya me dest bi afirandina rengên mirinê dike, em dê li Þingalê, evaran, gizingan, balindeyan, kulîlkan û tovên biþirînê bikujin!
Ma tu ha ji xwe heyî?
Ma tu ha ji min heyî?
Ma tu ha ji Qeþemê heyî?
Ma tu ha ji berbejna siwarên xwe û ji kûfiya destanbêja sormija xwe heyî?
Ha ji min hebe Þengalyayê!
Min û xwe, li wir, di rûpelên xwînê de ji bîr bike!
Min û xwe, li wir, di bejna sirûda sor de bikole!
Min û xwe di tîra xwe de, di nav rengên mirî yên Þingalê de razîne!
Min heta hetayê razîne
Þengalyayê,
min di neynika dil û di gulava kulên xwe de, wek Derwêþekî sergerdan bilorîne
tu yê min bi asoyên xwe bilorînî!
dilê min veke da tu xwe wek welatekî tê de bibînî!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-10-2007 14:56. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 25 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 14:56 Views: 434
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 434