Þeng-Al-ya! -I-
I.
Bo Selîm Biçûk, em ji Laleþê dihatin, mirin li pey me dihat, ma dihat bîra te?
Þengalya! Þengalya!
Qublenameya kuþtarên serberdayî,
nehwirîna çiyayên bêbext
û rexên çurisînê yên xwîna çurisî,
li pey xwe, di deryaçeyên awirvedana Helepçeyên jibîrbûyî de,
di sormija poþmaniyê de bihêle!
Û ji çiyayan re bi zimanê rikê bibêje:
Ger hûn ji piþta bavê min bin, ger bi rastî hûn çiyan bin, hûn dê negirîn!?
Çiyan ji piþta þevistanan û qederan in,
Çiyan nagirîn Þengalya!
Çiyan, bi çavine zelûl,
li destên me yên vala û li poþmaniya sirûdên xwîna me, dinêrin!
Li te dinêrin Þengalya!!
Ku çawan tu pêþgotina xwe bi kêrên berbangê di kevirên mirinê de dikolî!
De bikole!
Û ji Laleþê re bibêje:
Reþgirêdana serdeman, li ser dîwarên belek, bi tayên bendemana spî,
hilawistî bihêle!
Xunava dilê xwe bi kurtepistên spî hiþyar bike!
Navên me li ser pencereyên dilê xwe bi Ava kaniya Spî binivîsîne
û bagara sirûdan, xwepêþandana xwedawendan,
keskesora mîrniþîniyan, li pey xwe, di sormija xwînê de bihêle!
Nelezîne Þengalya!
Li bîranînînên xwe xwedî derkeve,
nanê xwe ji xwînê zuha bike,
ava xwe ji goristanan dawerivîne,
xwe ji serkarwanên tirsê rizgar bike
û çavên xwe yên þîn pêþkêþî rimbazê korahiyê bike!
Ger bi rastî hûn çiya bin, hûn dê negirîn!
Bigirî Þingalya!
Bigirî, da ku em û þev,
xewn û agir,
çiya û havîn, di rondikên te de ji dayik bibin…
Bigirî û destên xwe li stêrkên mirî,
li termê hîveronê û li darbesta min rapelîne!
Agirê dilê xwe bi guliyên êgir vemirîne
û sîbera çiyê bi þûrê bendemanê bikuje.
Bigirî û li xwe bigere!
Bigirî û kavilên hiþê xwe di himbêza barûdê de bilorîne!
Þengalya!
Me û dûmana gawirane bi lorîkên ji keviran bilorîne!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 474