Bo lêvên rojperest ên Delîlayê! Çima tu ew
qasî min dikujî, ew qasî nêrgizan hînî destnimêja çiyan dikî? Dest ji pêxwasiya
biharan berde û kenê min ê bêbext di berbiskên xwe de, wek strana giryana ebedî
daçikîne!
Min ew li wir, di navbera pendên derewîn ên
jiyanê û dîmenên xwelîreng ên wêranê de, bi çavên destanbêjên evînê, didîtin.
Yeko yeko, revend revend, di xewna min re
ber bi tembînameya demsalan û ber bi poþmaniya rexên dîrokê ve, serniþîv dibûn
û maça xwe li pey xwe, li ser hinarkên bagerê dihiþtin.
Nav bi nav ji çiyê diherikîn û berbangên
xwe di dilbijîna ronahiyê de winda dikirin.
Min ew di hêlînên þewatê de, di kanên dilê
xwe de, wek destên xatirxwestinê vediþartin û min di navên wan de sermestiya
biharan û tenhatiya mirinê didîtin..
Dest ji min û dest ji reþgirêdana helbestên
min û dest ji vê rewrewka gunehbar berde!
Nêzî hawara min bibe û hemî þevistanên xwe
pêþkêþî laþê bendemana min bike,
Asoyên xwe yên ji taya gernameyê bikuje!
Xelmaþiya serdeman û serbazên ji mijê yên
kûrahiya dilê xwe bikuje!
Min û reþeewrên sergerdan ên biharê di
hembêza xwe de, di nehwirîna xwe de, di erênaya gizinga xwe de, ji pencên
mirinê biparêze û mirina min li pey xwe, ber bi hinarên Amûdê ve, þopa gora min
ve û ber bi nisrîna darbesta min ve rakiþîne!
This entry was posted on 17-11-2007 08:44. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 23 time. You can leave a comment.
Last update on 17-11-2007 08:44 Views: 588
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 588