• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Qendîlos Ocalanos II
Qendîlos Ocalanos II Binivîse E-posta
 
Bo Leyla Zana, çima tu ew qasî diþibî Kurdistanê?

Li pêlan binêre û guliyên berfê hînî zuryan û baroveyên Qendîlis bike!

Li pêlan binêre û tembînameyên xwe bi ser nimebarana kendavan de biguvêþe da ku parzemînên avê bi ser xelwetxaneya te de hilweþin..

Li esman binêre da ku stêrkên sergerdan pêlên ronahiyê di awirvedana te de biçurisînin

Li keskesora gerdena Botanê binêre Ocalanos da ku þînên zimanê te bi ser sawa sînorên peyvê de birijînin û helbestên dilê te, sûlav bi sûlav, di asoyên aþiqan de bigurmin:

Were pêþber Melayê xwe

Þehîd û mubtelayê xwe

Bi þefqet ke liqayê xwe

Mela nemrit bi dayê xwe (Cizîrî)

Li pêlan binêre da ku kuþtiyên elind û mayinan di tenhatiya te de bihejmêrin û

Di pencereya wê qederê re,

li asoyên xemgîn ên deryayê binêre, xirecira welatan radestî ximava nivîsandina ji kevir û bendemana ji kevir bike,

xatirê xwe ji raperîna rengan,

ji xêzên tawanbar ên mija peravan bixwaze

û ji pêlan re hêrsa gernameyê;

ji balindeyan re dilovaniya hêlînan, ji berbeyaniyê re velerzîna zengilan û ji evîna pêþîn re sirûdên sor û pêjna þehîdan bibêje!

Rêçên ku niha di pirtûkan de li ber çavên te semageriyê dikin; rêçên birîndar ên dudiliya Prîmîsyosê agirdiz in, rêçên tûrebûna Zeus, rêçên kenê xwedawendên ji ba û êgir in, rêçên destana raz û nepeniyên nexþeya destê te ne, rêçên sergêjiya Þêxê Senan û rêçên bêveger ên evîna xalê min in.

Li keþtiyên derengmayî û li bendergehên mirina deryavanên jibîrbûyî dinêre, gazinan ji tavê, ji qebqebê nake û þopgerên bêhûdeyiyê yên þevistana çiyayên xwe radestî ewrên gumanê nake, darbesta tavsorkê, barana tiliyên xwe, dûmana diweroja xwe, li pey xwe, di erênaya mirina karwanên peyvan de dihêle..

Birînên ferhenga xwe,

stêrkên rijyayî yên esmanê bîranînên xwe

û Gabarê xwe yê ji kêlîk û kulîlkên evînê,

bi bendên bendemanê derman dike, di himbêza xwe ya ji xweliyê de, Qendîlos di dergûþa Avaþîn de dilorîne û dergehên þîn ên paytextên asê û þîn li pey xwe di bahozê de vekîrî dihêle û bajarên êþa xwe di sersomiya rûbarên sirûdê de radestî bazirgan û pêþbirkên xwîn û karnevalên guleyan dike!

Li deryayê dinêre

û pirsên cegerdar ên demê bi henasa þevistanan dibersivîne!

Xewnên Qendîlos di çavên hîva çardeþevî de;

bi zimanê alal û binefþan dinimîne!

Bangên Qamiþlokê zeft dike

û barana þehîdan bi ser hinarkên Amedê de dibarîne!

Asoyên Wanê,

keziyên Geverê,

çîrokên þikestî yên xwedayên ji serav û dûmanan

bi destên xwe yên ji efsaneyan dihejîne!

Li deryayê binêre û þûrê serbiran ji ser stûyê vê nexþeyê bavêje û ji kevokan re bibêje:

De ji sînga min ber bi kelehên spî yên xewnê ve bifirin!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


12-04-2008 08:47 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 12-04-2008 08:47. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 19 time. You can leave a comment. Last update on 12-04-2008 08:47
Views: 572    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;