Bo Leyla Zana, çima tu ew qasî
diþibihî Kurdistanê?
Baskên xwe yên ji çurîskên
êþê, di esmanê sedsalan de, di hiþyariya hetavên
westiyayî de wek ku tu çiyayan nabînî,
vegire!
Wek dijminekî li deryayê
binêre, pêlên aziryayî bixwîne, perdeya
ewran veçirîne, serçavkên baranê
bikuje, di þevistana dirêj de, li wateyên nenas ên
hebûnê, tenhatiyê, evînê, berfê,
xwînê, li egerên tarî û ronahiyê
bihere! Li deryayê binêre û destên Qendilê
yên ji av û êgir li ser milên xwe ragire…
Dojeha sirûdan ber bi qîrîna xwînê ve
vehinêre û di hiþê qendîlan de stêrkên
bîranînê yên Troyayê biteqîne!
Çiya hevalbendê henasa te
û þagirdê xewna te û sertaca gavên te ye! Li
deryayê binêre da ku þînahiya esmên,
balindeyên peravan, kulîlkên eþqê û
mirina xweþmêran ji xwe fedî bikin.
Li Þkefta Birîndaran binêre
da ku Açîlîs (Achilles) bazbenda xwe pêþkêþî
zendên qederê bike û nimêja xwe ya dawî
di biþirîna Hektorê ji nêrgizan de ji bîr
bike, da ku Spartayê bi destê te yê ji kevir bigire
û ber bi Olympusê ve wek Odêsyosekî
(Odysseus) derengmayî serniþîv bibe.
Çîrokên xwe veweþîne
Ocalanos, mîrniþîniya xwe ya ji keskê hêviyê,
ji sorê birînê û çarenîsa
reþgirêdanê, di navbera du hawaran de, du govendan de û
li ser pîtanokên gizingê bi tenê nehêle!
Di navbera te û Îsakayê (Ithaca) de, îstegehên
xewnê dilerizin û þevçirayên bendemanê
bi nermebaranê re dipeyivin. Di navbera te û Amarayê
de, dilê sorgulan dijene, kurtepist diherike, bêdengî
ji dayik dibe, odeyên sar di pirsan de radizin, çavên
talanbûyî rûbarên xwe zuha dikin, bagerên
doravan bendergehên xwe winda dikin û tu jî
nêçîrvanên rojê yeko yeko hînî
kewan û þevpestan û þengebiyan û gulhinaran û
pasvaniya destanên ji bahozê dikî!
Li deryayê binêre, wan
kevokan ji destê xwe ber bi hêlînên ji barûdê
yên Oremarê ve bifirîne û peymanên girî
li van rêzekupîtkên þînîhilgir dabeþ
bike, tembînameyên xwe radestî keþtiyên ji
mijê yên Qendîlos bike û ji Herekolî re
bibêje: Tu welatê min ê ji xunava azadiyê yî!
Li dîwarên þevê
binêre û rimên jehrkirî yên Mîr
Elî di sînga Pîzantayê de bilerizîne,
xetîreyên xwe ji destê Romayê azad bike û
peykerên Spartakosê dînbûnê di
helkehelka Cûdiyê serdeman de daçikîne!
Çîrokên xwe yên sergerdan ji heyvê re
bibêje û bi çurisîna gotinên xwe
dergehên asê yên gerdûnê biherifîne!
Cîhanê bi gulgeniman ava bike..!Komarên rewrewkê
þanî siwarên jiyanê bike!
Dergehên evînê ji
dilê çiyê re veke da ku em alên goristanên
xwe di sîngên xwe de li ba bikin û bêrîkirinên
xwe li ber lingê Qendîlos raxînin!
Li sîbera van çiyayên
sawdar binêre û gustîlka Mezopotammyayê di
Þkefta Birîndaran de wek çavþînkekê di
eniya Qendîlos de bikole. Daristanan, pezkûviyan, rêçên
hevdîtinê di çavên xwe de kedî bike û
gulwazên berbangê bi dara þehîdan ve hilawistî
bihêle!
- Kî ji we navê pirtûka,
çûkê û rêça ku ber bi rojê
ve diçe, dinase?
- Kî ji we dizane mirov çawan
dikare laþê xwe ji bageran, çavên xwe ji
xewrevînê, destên xwe ji kuþtinê, welatê
xwe ji mirinê û dilê xwe ji hezkirina hechecîkan,
biparêze?
Ocalanos ji helbestan, ji kêlên
dîrokê, ji darbesta gulan û ji dengbêjên
mirinê dipirsî!
Berdewam dike.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 01-03-2008 08:28. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment.
Last update on 01-03-2008 08:28 Views: 1156
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 1156