• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Perwazên ronahiyê
Perwazên ronahiyê Binivîse E-posta
 

Perwazên ronahiyê, li wir, li ser gupîtkên xewnê, di sawa welatekî bêxew de, wek kefenekî ji mijê, vegire! Û ji mirinê re çîrokên nîvçe yên jiyanê, ji þevê re rûreþiya bêpayan a rojê, ji welatan re çurîskên germ ên xwînê, ji sînoran re gazinên hîveronê û ji dilê min re barana reþgirêdanê bibêje!

Ber bi êvaran ve wek sîwarekî ji kurtepistan, ber bi xeyala xwe ve wek morîkên sirûdê, ber bi evînê ve wek mîrê peyvê serniþîv bibe û baranê ji perengan, bagerê ji merbendan, payîzan ji þînê, partiyan, serokan û çiyayan ji westanê rizgar bike!

Rondikan veþêre û welatê xwe hînî  giriyê xwe neke!

Goristanan veþêre û welatê xwe hînî navnîþana xwe neke!

Þînîgiriyê veþêre û welatê xwe hînî bendemana dayika xwe neke!

Kêlîkan veþêre û welatê xwe hînî pêlvedna azadiyê neke!

Nexþeya xewna xwe di çavên bakurê xwe de veþêre

û þewatên xwe,

li pey xwe,

ji min re

ji awirvedanên Cûdî re

ji peravên qederê re

ji dûmana hebûnê re

ji reva asoyan

û ji dudiliya nisrînan re bihêle!

 

Perwazên ronahiyê, li wir, bi ser stranên birîndar

Bi ser þaneþînên xatirxwestinê

Bi ser þopa þevê

Û bi ser neynikên çîrokê ve vegire!

Bêrîkirina xwe di bîbikên rastiyê de daçikîne

Û hespên dengê xwe bi ser laþê xewnê de bibarîne!

 

Perwazên ronahiyê,

li vir,

Bi ser mirina navên me ve

vegire!

Û giriyê balindeyan

bi hatina xwe

bi azadiya xwe

rawestîne!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

22-12-2007 09:53 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 22-12-2007 09:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 22-12-2007 09:53
Views: 589    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;