• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Ehmedê Huseynî arrow Partiya zimanê kurdî
Partiya zimanê kurdî Binivîse E-posta
 

Nav: Partiya Zimanê Kurdî (PZK)

Armanc:

Her salekê, li derûdorên vê cîhana demokrat û mirovane, 10 ziman ji holê radibin ango bêyî ku ha ji xwe hebin, dimirin. Armanca sereke ya PZK’ê ew e ku bi çavên serê xwe xatirxwestina zimanî kurdî nebîne û nebihîze jî ku bûye yek ji wan her deh zimanan.

 

Mercên endametiyê:

Her kesê ku bêriya bîna dayika xwe dike, her kesê dizane ku ziman rûmet e, þeref e, hebûn e, wateya giyanê kurd e, dîrok û xewn û henasên dapîr û bapîran e, dikare bi serfirazî bibe endamê partiya zimanê kurdî.

Di gel ku mercên endametiya me hinekî aloz û sext in jî; lê em di wê baweriyê de ku hê jî xemxwur û pasvan û dilêþên zimanê kurdî pir in.

Fermo mercan bixwîne, hêdî hêdî bihizire, bifikire û paþê biryara xwe bide û bibe endamê me!

Bi Xwedê, bi þerefa xwe sond dixwim ku, ez di sala 2008’ê de endamekî kartêker û çalak ji endamên partiya zimanê kurdî bim. Ji bilî rewþên taybet û awarte yên ku dikarin min neçar bikin da bi zimanekî din bipeyivim, ez ji bilî bi kurdî napeyivim, naxwînim, nanivîsînim, nakenim, nagirîm û govendê nagerînim. Sonda xwe dubare dikim:

1. Li Kurdistanê bim an li derveyî welêt bim, bi dê û bavê xwe re, bi heval û dostên xwe re, bi jin û zarokên xwe re, ji bilî zimanê kurdî bi tu zimanî napeyivim.

2. Ez ê xwe ji dil û can hînî xwendin û nivîsandina kurdî bikim.

3. Ji bilî stran û muzîk û dengbêjên kurd li tu stran û muzîk û dengbêjan guhdarî nakim.

4. Ji bilî pirtûkên bi kurdî pirtûkan bi çi zimanî naxwînim.

5. Ji bilî radyo û televîzyon û malperên kurdî temaþa û guhdarî nakim.

6. Ez ê her mehê pirtûkeke kurdî bikirim.

7. Bersiva mirovê kurd nadim dema bi zimanekî din bi min re bipeyive.

8. Ger min nivîsand ji bilî bi kurdî nenivîsînim.

Her rojê 10 peyvên kurdî dinivîsînim û diþînim vê emailê  Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

9.  Da ku bi çalakî beþdarî avakirina ferhenga Partiya Zimanê Kurdî bibim.

10. Ku zimanê xwe, mêjiyê xwe, hestên xwe û ramanên xwe, roj li pey rojê, di hundirê sala 2008’ê de, ji bandora zimanê serdestan rizgar bikim û ber bi giyanê zimanê xwe ve bi serbilindî biçim.

Daxwaznameya xwe li ser vê emailê biþîne Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

06-01-2008 07:56 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-01-2008 07:56. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 29 time. You can leave a comment. Last update on 06-01-2008 07:56
Views: 997    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;