• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Êþa min bifiroþe dayikên çiyê
Êþa min bifiroþe dayikên çiyê Binivîse E-posta
 

Li min binêre!

Destbiratiya çiyayên xewnkuj ji ser milên bendemanê bavêje!

Ferhenga sorbaz a sirûdên xwe yên ji ava mirinê, nexþeyên jibîrbûyî yên bîrtûjiya evîna xwe, kurtepista zinarên demê û herikîna gulavên bîranînan, di navbera me û xwe de, di navbera zîveewrên sergerdan û Bêrîtanên henasa xwe de dabeþ bike!

Li min binêre û sînorên qederê di þevistana dilê xwe de biazirîne, peravan ji keþtiyên oxirê re û darbesta xwe jî ji reþebayên navê xwe re amade bike!

serçavkên peyvê ji xwîna peyvê dawerivîne û tenhatiya xwe ji nermebaranê rizgar bike, xwe bi piþkivîna nisrînan haþ bike û kêlên þehîdên xwe, di berbanga þehîd de, li ber serê min raxîne!

li baskên ji mijê yên Bagoka destanê binêre

û di bendemana pilingên çavên xwe de, Qendîlan hînî firînê bike,

nasnameya ji hesin û êzingên zimanê xwe ji ser milên þewatê bavêje û agirê xwe di þewata laþê min de biþewitîne!

Paloyê ji nijada bahozan, di hêlîna xewnê de, di dergûþa berfê de,

Wek qublnameya evînê bi nav bike û serbazên þevê ber bi hawara min ve biþîne!

Li min binêre û çûkên Îtakayê bi xencera bêrîkirina xwe nekuje, bi destên xwe nisrînan binivîsîne û di çavên xwe de westana dûrerêyan û biþirîna þevçirayên Amedê bipesinîne!

 

Li min,

Li Babagurgur,

Li balindeyên pirtûka xwe û li xweþmêrên ji ronahiyê yên xatirxwestinê binêre. Bîranînên xwe bi stranan, çeperên xwe bi destnimêjê, tîr û kevanên xwe bi ewran û pencereyên þîn ên dilê xwe bi bendên rasteqîniyê av bide !

Xwe ji xunavê biparêze û asoyên min û xwe di dilê nisrînkê de bikole û

bi avê re bikene…

Bi axê re bikene…

Bi gulgenimên þînê re bikene

Û qendên van qendîlan, di dengvedana payîzên lezgîn de, hînî hûnandina berbiskên berbeyaniyê bike!

Êþa min bifiroþe dayikên çiyê

Çavên min di dîwarên bendemanê de

Di xemsariya hîveronê de

 Daçikîne..!

Û deryayê ji ser milên xwe ber bi çurisîna keskê þervanan ve bavêje!

Perdeya taristanê vekiþîne

Û þahniþîniya xwe di nisrînên xewnê de ragihîne!

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 

10-11-2007 11:01 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 10-11-2007 11:01. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 23 time. You can leave a comment. Last update on 10-11-2007 11:01
Views: 638    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;