• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
20
gulan
Mal arrow Burhan Erdem arrow Darbesta Sersalê
Darbesta Sersalê Binivîse E-posta
 

Bi darbesta min nekene û pêjnên xwe ji reþgirêdana darên welatê min re þîrove neke, xwe bi ser bêrîkirina xwe de bikuje, evîna xwe ji gulebaranê birevîne û darbesta min jî li ber baranê bihêle!

De ji çavên bendemanê bibarin ey sersalên ziman þikestî!

Dem diherike û dilê me di mijê de dixwe.

Êþ diherike û xewna me bi guliyên xwe dixeniqîne. Ne masiyên te, ne bêdengiya te, ne toza te û ne jî sirûdên te  zeft dibin.

Ne axa te, ne qûma te, ne hembêzkirina te û ne jî rondik û cengên te sar dibin.

Ne stêrkên sînga te, ne aramkêþana pencereyên te, ne lehengiya kulîlkên te û ne jî deryaçeyên xwîna te zuha dibin.

Gurmîna daholên te di cergê sînoran de asê dibin, rûyê te bi ewran re ber bi çavên rojê ve baz dide û gavên te bi kevirên reþ ên poþmaniyê diþewitin.

Tu di hinavên taristananê de pasvaniyê karwanên azadiyê dikî, nelezîne, ji westana çiyayên xwe bawer neke, ji pey sîbera xwe venegere, tirsa xwe bi baskên xweþmêriya xwe biparêze, serçavka demê bidize û navê xwe, zindana xwe, kaxezên xwe, hebûna xwe di goristana dilê min de veþêre!

Rûbarên xwe bilorîne û evarên xwe amade bike, / Ez jî bilûra xwe di gurîna þewatên xwe de amade dikim.

Serê xwe ji reþekon û ji qehqeya tal a komkujiyan vala bike û ez jî mûmên þehîdên xwe di bagera sînga xwe de, wek rasteqîniyê, vedimirînim.

Li paþ xwe nezîvire û asîtankên xwe radestî bîranînan û radestî reþebayên temenê min bike!

Çiyan ji nav kevirên lêvên te diherikin,

Çiyan baskên xwe bi ser birîna me de vedigire û kilîtên girî bi ser darbesta salan de diavêje.

Neynik; di xwîna te ya þîn de diþikin û li ser hinarkên Oremarê, gustîlka te di dengvedanê de direqise..

Sersal di berbiskên te de spî dibin..

Wek xatirxwestinê ber bi te ve diherikin,

Wek dilbijînê ber bi mirinê ve difirin,

Wek hîveronê di hiþê çiyê de winda dibin.

Wek xetireyên pirtûka te li ser zikê dîrokê diçurisin,

Û wek bilûra min, qublenameya berbangê ji kêlan re dihêlin.

Di mirina te de sersalên xwe dibînim

Di gazinên te de kavilên peyvê hiþyar dikim û baranê li þehîdan radipêçim û darên sor ên hawara te hînî tolhildanê dikim.

Di sersalan de tu ji dayik dibî

Di sersalan de tu keviran di navê xwe de dikolî,

Di sersalan de destên te bi ser bagera oxirê de digirîn

Û di sersalan de tu bi êþê re diêþî.

Ey welatê wek kêrê!

Ey welatê wek meyê!

Ey welatê wek pirsê!

Li rêçên min binêre ku çawan behsa agirê te dikin

Li kevokên destê min binêre ku çawan behsa nêçîrvanên xwîna te dikin

Li dergehan binêre ku çawan di kenê te de behsa bendemana dayikan dikin

Keþtiyan ragire

Li teniþt goristana demê raweste

Bi xwe re bipeyive

Bi bilûra min re

Bi guhên qederê re

Çurîskên lêvên xwe daqurtîne

Xwe di nava min de nîgar bike

Û min ji boyî lavelava avê bi avê binivîsîne!

29-12-2007 09:18 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 29-12-2007 09:18. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 36 time. You can leave a comment. Last update on 29-12-2007 09:18
Views: 624    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;