Di navbera min û kevokên dilê te de, du
peykerên ji avê û du paytextên ji poþmaniyê sermest û sersom dibûn. Min du
çavên reþ ên ji baranê di pirtûka êþê de dixwendin, min bi destê mirina te
digirt û ber bi kêla bîranînê ve diçûm.
Min ji dûr ve bangî te dikir û diqîriyam:
Destên xwe, mistên xwe, hestên xwe,
mebestên xwe û hemî darbestên xwe veke, da stêrkên giyanê xwe bi ser te de
birijînim û kulîlkên hiþê te hînî govendgerîna mirinê bikim.
Ez û tu li wira ku ji bagerê bû, di hembêza
êþa pêldar de, pêrgî bazinên Helepçeya þehîd û nexþeya ji nisrînan dibûn.
Biþirîna xwe ji ronahiyê birevîne!
Û rê nede mirinê ku henekan bi me bike!
Serê xwe ji tîpan û ferhengan vala bike û
dilê min jî dûrî bargehên evînê bixîne!
Wê þevê, min dest bi rêberiya girî dikir û
xewnên min di çavên çiyê de wenda dibûn.
Tu li nik min bûyî, min strana te bo xwe û
rêwiyan, bo xwe û miriyan, bo xwe û çivîkên seferê, bo xwe û nêçîrvanên qederê
dipesinand û ji bilî te tu kes di dilê min de nedima..
Min dilê te vedikir, hawara xwedê ev çi
evîn e!?
Min xewna te vedikir, hawara xwedê ev çi
birîn e!?
Min êvara te vedikir, hawara xwedê ev çi
mizgîn e!?
Ez û tu li wira ku ji bagera eþqê bû, pêrgî
ewran û dûmanê dibûn. Min barana te ji ber dikir û min dest bi deryaçeya
bêrîkirina te dikir.
Wê þevê, tu di hembêza min de, wek mîrê
gunehê, bûyî. Tu demsalan hînî giryanê, çiyan hînî bêbextiyê, rêçan hînî metirsiyan,
jinan hînî
reþgirêdanê û min jî hînî zorbaziyan kêlîkan dikî!
Wê þevê, pêjna te ji peyvan û ji bendemana
goristanê nedihat û ne jî kenê te ji hinarkên helbestê derdiket. Min li pey te
sirûda bajaran ji bajaran re digot û navê te di sînga gulê de dikola.
Wê þevê, wek xatirxwestina te, bi tenê bûm.
Wek evîna xwe diêþiyam, wek gavên te yên ji elindê ber bi perestgeha maçê ve
diçûm û min tu li wir nedidîtî. Ne jî min gulên xwe hêjayî xewna te didîtin. Lê
li pey te, girî, careke din, wek girî bû…
Wê þevê, dema min tu di xewna xwe de ditî,
min þînekî dijwar bi ser te de dirijand, min hîverona çavên te bi lavelavên
þevistanê dihejand û min di zimanê te peyva evînê divejand..
Wê þevê,
Bi tenê
Min dixwest
Tu
Strana min bî!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 04-12-2007 08:13. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 36 time. You can leave a comment.
Last update on 04-12-2007 08:13 Views: 455
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 455