Panzdeh sal berî niha min ji bajarê
jiyana xwe koç kir û ez hatim bajarê ku lê dijîm…
Bajarê ku bi hebûna xwe xewnên min
dixemiland…
Bajarê ku min demeke xwe ya
xwendekariyê lê derbas kiribû.
Bajarê ku min gelek hêvî jê hebû û
min li ba xwe ji bo rewþenî, pêþketin û modernîzebûna kurdan a
li ser bingeha xwe, roleke mezin û girîng didayê.
Lê piþtî hatina min, ji xeynî gelþ
û gelemþeyên têkoþînê û yên ku bi keftûleftên jiyana asayî
û adetî, serî li mirov digerandin, tiþtekî din jî hebû ku wisa
ez di hundir de ditengijandim.
Her ku diçû, mirovan ref bi ref
koçberî wir dibû û bajar mezintir dibû…
Her ku diçû, mîna ku bi esmên re
qayîþ were kiþandin, baniya apartmanekê dihat bilindkirin…
Her ku diçû, beton li ser êþ û jan
û hest û nestên ku di nav û dilê me de teniktir dibûn, dihat
rijandin û li derveyî me bajarekî me yî betonî ava dibû.
Her ku diçû, bajarê me modern (!)
dibû…
Her ku diçû, mirovên me tê de winda
dibûn…
Her ku diçû, dor li me teng dibû…
Her ku diçû, asoya me dûrtir diçû,
xuya nedikir, winda dibû…
Her ku diçû, esman li me biçûk
dibû…Piþtî hestpêkirina vê rewþ û kawdanê, min di beþeke
çîroka xwe ya neweþiyayî ya bi navê ‘Li esmanê xwe digerim’,
de, tengezariya xwe ya ku ji ber vê yekê çêbûbû ji dil û
hundirê xwe dabû der û wiha nivîsîbû: “… Serê xwe radikim
jor. Çarmedora min apartmanên bilind. Esman bi qasî mistekê xuya
dike... Ew biçûk bûye. Bi qasî mistekê!.. Xwedê bela xwe bidê!
Kê ev bajar kiriye vî halî..? Ma ez ê nikaribim di van berêvarên
helbestane de, berê xwe bidim zerketavê û têkevim temaþeya asoya
xwe..?”
***
Berî niha bi hefteyekê, bi bone û
munasebeta panel û rêzeçalakiyên ku Weþanên LÎS’ê li dar
dixe, ez çûbûm bajarê Wêranþarê. Piþtî axaftin û nîqaþên
li ser zimanê kurdî, ji bo ku em bajar nas bikin me ligel þaredar
û çend biraderan re gerek li nav bajêr kir.
Wekî piranî bajar û cihniþînên me
kurdan, di bingeh û avabûna vî bajarê dîrokî de jî çand û
dîrokekê ku bi salan li ber xwe dabû û hatibû van rojan, xwe
dida der. Her wiha, mîmarî û avahîsaziya arizî cografyaya bajêr
jî hebû. Û kevir… Kevirê teht û bazalt a çiyayê Qerejdaxê.
Þaredariyê ev taybetiya bajêr a
cografîk dabû ber çavan. Di kar û xebat, avakirin û lêkirinên
xwe yên jinûveavakirinê de bi pûtepêdan tevgeriyabû û ji bo ku
rengê avabûna bajêr a dîrokî û xweserî xwe xera nebe,
kelûmelên ji xwezaya bajêr bi kar anîbû…
Yanî ji bo ku bajarê xwe modernîze
bikin, wan berê xwe nedabû kelûmel û elementên cografyayên
dîtir; hewl dabûn ku modernîzekirineke ji hundirê xwe de pêk
bînin. Û avahî û komplekseke çand û hunerî hatibû lêkirin;
tê de, hêwaneke þano û sînemayê, atolyeya wêneyê û
pirtûkxaneyek hebû ku navê nivîskarekî -Mehmed Uzun- lê hatibû
kirin û xort û keçên ciwan lê bi kompîturê dixebitîn û
pirtûk dixwendin…
Ew xwendina ku bi ya min yekem þertê
rewþenî, þarezabûn, pêþketin û modernbûnê ye.
Me di dawiya gera xwe de, berê xwe
dabû asoyê...
Li jor, esman; heta tu bêjî fireh li
ser me…
Li pêþ aso; xuya dikir…
Rojê jî berê xwe dabû zerketavê…
***
Hêviya min nû û xurt bûbû.
Min dîsa di serê xwe de ji xwe re
xewn û xeyalên xweþ çêdikirin û ji xwe re digot: ‘Dê ew roj
were! Ew roj, roja dahatûya me ye! Em ê bibînin! Kurd jî, li
bajarên xwe yên modern ku li gorî ekolojî, xweza û erd û
cihwarê esasî û xweser hatiye bikeyskirin, li ser bingeha çand û
xweseriya xwe dijîn; û ez û we, em hemû bi dilþadiyeke mezin di
asoyê de digihîjin hev û ji wir li ‘xwe’ temaþe dikin...
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 04-05-2008 09:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 04-05-2008 09:21 Views: 53
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 53