Strana ji bo Yahya Menekþe
hatiye çêkirin wê di Newrozê de bê
gotin
KOMA Mem û Zînê
ji bo Yahya Menekþe yê di protestoya Komploya Navneteweyî
15’ê Sibatê de li Cizîrê jiyana xwe ji dest
da stranek çêkirin. Kom dê cara yekem di Newroza
Pirsûsê de stranê bêje
ERSÎN ÇELÎK / DÎHA
ÞIRNEX - Ji bo Yahya Menekþe (16) yê
di bûyerên di protestoya Komploya Navneteweyî 15'ê
Sibatê de li navçeya Cizîra Þirnexê di bin
panzera polîsan de ma û jiyana xwe jidest da, stran hate
çêkirin. Koma Mem û Zîn ku girêdayî
Navenda Çanda Mem û Zîn a Cizîrê ye,
strana ku ji bo Menekþe çêkiriye, wê yekem car di
pîrozbahiya Newrozê ya Pirsûsa Rihayê de
bistrên.
Umut Çagli ku endamê Koma
Mem û Zînê ye, bi bîr xist ku Yahya Menekþe
di bûyerên ku di çalakiyên demokratîk
ên protestokirina 15 sibatê de derketine de di binê
panzerê de maye û jiyana xwe ji dest daye. Çagli,
got ku di ser mirina Menekþe re mehek derbas bûye û wiha
dom kir: "Gelê Cizîrê hê jî þîna
wî digirin û di dawetan de orkestra cih nagirin. Me jî
xwest ku em bibin dengê hestên cizîriyan."
Çagli, destnîþan kir ku hunermend nikarin li hemberî
bûyerên civakî bêhîstyar bimînin
û wiha got: "Peywira bingehîn a hunermendan, ev e."
Stran wê yekem car di
pîrozbahiyên Newrozê de bê gotin
Cagli, anî ziman ku wê
strana xwe yekem car di Newrozê de bêjin û wiha
got: "Ev demek e em provaya stranê dikin. Me heta niha
yekem car bi DÎHA'yê re parve kiriye. Em ê yekem
car, di 21'ê adarê de di pîrozbahiyên li
Pirsûsê de bi gelê xwe re parve bikin." Endamê
Komê Cemal Menek jî da zanîn ku gotinên
stranê ji bo Menekþe nivîsandiye. Menek, aloziya ku
piþtî mirina Menekþe li Cizîrê bi rojan dom kir
jî bi bîr xist û wiha got: "Piþtî
mirina Yahya, li Cizîrê bûyerên mezin
qewimîn. Em hemû di bin tesîra vê bûyerê
de man. Me jî li ser navê Navenda Çand û
Hunerê ya Mem û Zînê, bi bihîstyariya
hunermendiyê xebatek wiha kir. Em di hêla hûnandina
pêþketinên civakî de, xwedî berpirsyariyek
ku di xebatên çand û hunerê de cih bidinê
ne."
This entry was posted on 21-03-2008 08:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 21-03-2008 08:52 Views: 100
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 100