ÊLIH - Dema we serdana bajarekî
kurdan kir, di kêliyên destpêkê de hûn dêhn û bala xwe didin
nîþaneyên çawa?
Ji bo we diyardeya herî berbiçav çi
ye nizanim lê ji bo min diyarde û nîþaneya herî berbiçav ‘etar’
û ‘firoþkar’ ên wî bajarî ne. Ev çendek e, ji hestên xwe
pê dihesim ku min bêriya dengê ‘etarên kurdîaxêv’ kiriye!
Di sala 1991’an de, bi malbatî me
terka Batmanê kir.
16-17 salî bûm. 16 sal in ku dengê
‘etarên kurd’ nayê min. Lê dengê wan ên 15-20 sal berê,
wekî ku niha hatibe qêrîn di guhên min de ne:
Min dil heye çend dîmen ji firoþkar
û etarên Batmana zarokatiya min pêþkêþî we bikim...
Fermo ji ber ‘Pasaja Hacî Necmo’
û ‘Japon Pasajî’ çend deng;
- Pelê Cixarê-Kevirê Çeqmaqan!
- Werinê dendikê zebeþan!
- Ava bûzê ava heyatêêê!
- Titûna Mûþê ye xalooo!
- Kent heye, Marlboro heye!
Lê ‘Sûka Mast’, ‘Garaja Mezin’
û ‘Garaja Midyadê?’;
- Mastê miyan e xalet!
- Îþlikê zarokan erzan û belaþ e
ha!
- Ava sûsêêê!
- Werinê Dimsa Entabê-Penîrê
Koçeran wey maþelah!
- Qurtelan-Biþêrî-Qozlux, dolmîþ
radibeee!
Jixwe dengên zarokên xerzî-torî-botî,
ligel ku kesereke kûr jê difûriyan, dengê herî þekirî û
melodîk bûn ji bo min:
- Xalo boyax bikim?, neberiqe pere
nede!
- Dondirme qaymaxxx!
- Eskîmooo!
- Xalo erebok lazim e!?
- Teksas–Tommiksss!
- Nokên kelandî abêêê!...
***
Sala 1982-1983 bû ne þaþ bim.
Xenoyek hebû, etar...
‘Xenoyê Etar’ jê re digotin. Li
dora 40-45 sal kiribû...
7-8 salî bûm. Mala me li taxa ’19
Mayisê’ bû. Gava di sikaka navbera mala me û Mala Hacî Bacet de
derbas dibû, dengê wî dihat. Dengekî xenokî, çawa ku di pozên
wî de nîv-kîlo goþt hebe, vin-vina wî bû! Kêm kesan ji
bangkirin û gazîkirina wî fêhm dikir. Jixwe min tu tiþtî ji
gotinên wî fêm nedikir. Lê hema hewesa min ji dengê wî re
dihat. Ligel ku tiþtên difirotin; ne li gorî min bûn jî, gava di
ber mala me re derbas dibû, ji malê dipekiyam. Min xwe diavêt ser
dîwarên hewþê û temaþeyî deng û þemalê wî dikir!
Pa þemal çi þemal bû, pehhh!
Bejna wî, ji metroyek û nîv
-santîmek jî- ne zêdetir bû. Mirovekî devbeþ û nelihevhatî
bû. Gava mijûl dibû an jî dibiþirî, sî û du diranên wî yên
ji ber dûmana cixareya ‘Birincî’ zerbûyî, derdiketin derve!
Kûmekî spî li seran bû, salewext êlekek lê bû ku aliyekî wê
her dirêj bû. Paniya qondereya wî ya qetiyayî, her þikestî
bû...
Nizanim çima lê, qîz û keçên
taxên dorhêlê çawa ku evîndarê wî bin, li derdora wî
diciviyan. Gelo henekên xwe pê dikirin yan jî wî di bazarê de
dixapandin baþ nizanim lê, her ku dihat li ser serê wî û ereboka
wî ya sê-teker top dibûn. Ya rast ne tenê ji bo jinan, ji bo min
jî bibû îdolekî wekî ‘Mîrze Mihemed’... Nebêjin çima, ez
jî nizanim...
Di ereboka xwe de xiþirfiroþiyê
dikir. Xiþir-miþirên jinan. Guhar, gustîl, bazin, destmal, çarik,
fîlkete, piþkok, morîkên qaçax ku ji binxetê dihatin, dermanê
lêv, rû û birûyên jinan difirot. ‘Qaþqelem’ ên wî têra
jin û keçan nedikir!
Xeno, kêm caran van tiþtan bi peran
difirot. Tiþtên kevin dikirî mesela. Ji demir bigire heta naylonên
qetiyayî bi hesabê kîloyan dikirî, ji dêvla wan ve amûrên
jinan berdêlî dikir...
Min got ez evîndarê bangkirina wî ya
vinokî bibûm. Bangkirina ku min jê salên dirêj jî fêm nedikir
çi dibêje. Di 12-13 saliya xwe de; bi alîkarîxwestina diya xwe
Fatima Elî, hîn bûm ku di dema etariya xwe de çi dibêje...
Heger sax be, Xwedê Teala temenekî
dirêjtir bidê, heger mirî be rehma Xwedê lê be... Xwestina min
–heger sax be- careke din wî bibînim û dengê wî yê etariyê
qeyd bikim! Bawer im hûn jî meraq dikin, bê ka Xenoyê me bi salan
çi digot ku min fêm nedikir:
This entry was posted on 28-04-2008 12:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 28-04-2008 12:14 Views: 46
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 46