EDENE - Li Gulbahçeya Edeneyê jinên
tenûran çêdikin, weke þikeva nanî ya Edeneyê dixebitin. Yek ji
van jinan Sitî Akgul ku li derdorê weke “Jina tenûrvan a seqet”
tê nasîn got ku ev ne kesekî dikuje û ne jî bilind dike
.
Jinên ku di tenûrê de nan dipêjin,
dema tenûra xwe nû bikin dizanin dê serî li ku bidin. Taxa
Gulbahçe ya Edeneyê bi jinên ku tenûran çêdike navdar e. Jinên
ku piraniya wan ji koçberên tirk pêk hatiye, tenûr ji xwe re
kirine þikeva nanî.
Dema hûn bixwazin li Gulbahçeyê
bigerin, an hûn ê li cihekî ku tenûrê çêdike an jî li cihekî
ku tenûrê hatine çêkirin û li ser hev hatine komkirin bibînin.
Hûn biçin kîjan îmalatxaneyê yek yê din nas dike. Lê di nava
wan de yek jê heye gelekî navdar e “tenûrên jina seqet”…
Hûn li cadeyê ji kê bipirsin “mala jina seqet a tenûran çêdike
li ku ye…” dê ji we re tarîf bikin…
30 sal in li Edeneyê dijîn
Yanî Sitî Akgul 30 sal berê ji
Bismila Amedê hatiye Edeneyê. Piþtî ku hatiye Edeneyê dest bi
karê tenûrvaniyê kiriye, ji ber ku li welat jî heman kar dikir.
Lê zêdetirî 20 salan ev kar ne gavek ew pêþ de biriye û ne jî
ji nexweþiya wê re bûye derman. Dema destpêkê hatine Edeneyê bi
hevserê xwe re di zeviyan de xebitî ne. Demekê jiyana wan wisa dom
kiriye. Lê ji ber ku di warê aborî de jiyana wan nebaþ e, Sitî
Akgul careke din dest bi karê xwe yê tenûrvaniyê dike. Sitî
Akgul weke ku di nava gel de “jina seqet” tê nasîn heta wê
rojê tu nexweþiya wê tunebû. Piþtî ku dest bi tenûrvaniyê
kiriye, bi þev û rojan xebitiye.
Ne dikuje û ne bilind dike
Sitî Akgul peyveke bi tirkî nizane,
li gorî wê ev kar mirov dikuje û ne jî bilind dike. Di salekê de
kamyonek an jî 3 traktor axa tenûrê te li ber malê vala kir, wê
demê sermayeya vî karî te temam kiriye. Piþtre tiþtê tê
xwestin vê axê bîne asta bikaranînê û amadekirina têkelên wê
yên ku tenûrê saxlem dikine. Ev têkel (karýþým) jî ji xwê,
ka û mûyê bizinan pêk tê. Maliyeta van tiþtina jî her çiqas
ne li gorî axê be jî ne zêde kêm e.
Bi demê re tenduristiya Sitî Akgul
nebaþ dibe û dema diçe doktor fêm dike ku karê kiriye çiqasî
li ser wê buha rûniþtiye. Lewre ji lingekî xwe bûye û ji wê
rojê ye zêde naxebite. Her wiha gotinên doktor ku jê re gotine jî
ji hiþê wê naçe: “Doktor ji min pirs kir ku ez rojana çiqas
pere qezenc dikim. Min got derdora milyonekê (1 YTL) ye. Ji min re
got ez rojê milyonekê bidime te lê dev ji vî karî berde. Lê ez
çi bikim, ez debara 3 zarokên xwe û malê ji vî karî dikim,
nikarim dev jê berdim…”
Tenûrekê di 15 rojan de diqedîne
Sitî Akgul, pereyê ku ji tenûra
qezenc dike ji bo saleke din kamyonek axê bikire berhev dike. Lewre,
axa taybet li her derê nayê peydakirin û tenê bi anîna axê jî
kar naqede. Her wiha di çêkirina her tenûrekê de 3 kes dixebitin.
Hevserê wê axa tenûrê amade dike, keça wê têkela tenûrê
çêdike. Sitî Akgul jî bi destên xwe yên huner tenûrê lêdike.
Yanî wisa bi carekê jî tenûr naqede. Lewre li gorî dema li ber
ziwabûna rojê tê eyarkirin. Her qorekî tenûrê li ber rojê tê
ziwakirin û bi vî rengî tenûrek di 15 rojan de diqede. Tenûra ku
bi 3 kesan di 15 rojan de diqede heke bê firotin 50 milyon (50 YTL)
e.
This entry was posted on 06-05-2008 12:11. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 06-05-2008 12:11 Views: 37
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 37