• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Civak-Jiyan arrow Tenûrên 'jina seqet'&
Tenûrên 'jina seqet'& Binivîse E-posta
 

tenur602.jpg ÎLHAMÎ VURAL / ANF

EDENE - Li Gulbahçeya Edeneyê jinên tenûran çêdikin, weke þikeva nanî ya Edeneyê dixebitin. Yek ji van jinan Sitî Akgul ku li derdorê weke “Jina tenûrvan a seqet” tê nasîn got ku ev ne kesekî dikuje û ne jî bilind dike

.

Jinên ku di tenûrê de nan dipêjin, dema tenûra xwe nû bikin dizanin dê serî li ku bidin. Taxa Gulbahçe ya Edeneyê bi jinên ku tenûran çêdike navdar e. Jinên ku piraniya wan ji koçberên tirk pêk hatiye, tenûr ji xwe re kirine þikeva nanî.

Dema hûn bixwazin li Gulbahçeyê bigerin, an hûn ê li cihekî ku tenûrê çêdike an jî li cihekî ku tenûrê hatine çêkirin û li ser hev hatine komkirin bibînin. Hûn biçin kîjan îmalatxaneyê yek yê din nas dike. Lê di nava wan de yek jê heye gelekî navdar e “tenûrên jina seqet”… Hûn li cadeyê ji kê bipirsin “mala jina seqet a tenûran çêdike li ku ye…” dê ji we re tarîf bikin…


30 sal in li Edeneyê dijîn

Yanî Sitî Akgul 30 sal berê ji Bismila Amedê hatiye Edeneyê. Piþtî ku hatiye Edeneyê dest bi karê tenûrvaniyê kiriye, ji ber ku li welat jî heman kar dikir. Lê zêdetirî 20 salan ev kar ne gavek ew pêþ de biriye û ne jî ji nexweþiya wê re bûye derman. Dema destpêkê hatine Edeneyê bi hevserê xwe re di zeviyan de xebitî ne. Demekê jiyana wan wisa dom kiriye. Lê ji ber ku di warê aborî de jiyana wan nebaþ e, Sitî Akgul careke din dest bi karê xwe yê tenûrvaniyê dike. Sitî Akgul weke ku di nava gel de “jina seqet” tê nasîn heta wê rojê tu nexweþiya wê tunebû. Piþtî ku dest bi tenûrvaniyê kiriye, bi þev û rojan xebitiye.


Ne dikuje û ne bilind dike

Sitî Akgul peyveke bi tirkî nizane, li gorî wê ev kar mirov dikuje û ne jî bilind dike. Di salekê de kamyonek an jî 3 traktor axa tenûrê te li ber malê vala kir, wê demê sermayeya vî karî te temam kiriye. Piþtre tiþtê tê xwestin vê axê bîne asta bikaranînê û amadekirina têkelên wê yên ku tenûrê saxlem dikine. Ev têkel (karýþým) jî ji xwê, ka û mûyê bizinan pêk tê. Maliyeta van tiþtina jî her çiqas ne li gorî axê be jî ne zêde kêm e.

Bi demê re tenduristiya Sitî Akgul nebaþ dibe û dema diçe doktor fêm dike ku karê kiriye çiqasî li ser wê buha rûniþtiye. Lewre ji lingekî xwe bûye û ji wê rojê ye zêde naxebite. Her wiha gotinên doktor ku jê re gotine jî ji hiþê wê naçe: “Doktor ji min pirs kir ku ez rojana çiqas pere qezenc dikim. Min got derdora milyonekê (1 YTL) ye. Ji min re got ez rojê milyonekê bidime te lê dev ji vî karî berde. Lê ez çi bikim, ez debara 3 zarokên xwe û malê ji vî karî dikim, nikarim dev jê berdim…”


Tenûrekê di 15 rojan de diqedîne

Sitî Akgul, pereyê ku ji tenûra qezenc dike ji bo saleke din kamyonek axê bikire berhev dike. Lewre, axa taybet li her derê nayê peydakirin û tenê bi anîna axê jî kar naqede. Her wiha di çêkirina her tenûrekê de 3 kes dixebitin. Hevserê wê axa tenûrê amade dike, keça wê têkela tenûrê çêdike. Sitî Akgul jî bi destên xwe yên huner tenûrê lêdike. Yanî wisa bi carekê jî tenûr naqede. Lewre li gorî dema li ber ziwabûna rojê tê eyarkirin. Her qorekî tenûrê li ber rojê tê ziwakirin û bi vî rengî tenûrek di 15 rojan de diqede. Tenûra ku bi 3 kesan di 15 rojan de diqede heke bê firotin 50 milyon (50 YTL) e.

06-05-2008 12:11 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 12:11. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 12:11
Views: 38
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;