• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mal arrow Civak-Jiyan arrow Pisîk ne nankor in
Pisîk ne nankor in Binivîse E-posta
 
pisik600.jpgENQERE - Hîndekarê Beþa Zootekonî ya Fakulteya Veterîneriya Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Fatîh Aksoy destnîþan kir ku di nava gel de ji bo pîsikê tê gotin 'heywana nankor' lê ev nêrîn xelet e. Fatîh Aksoy got, "pisîk heywaneke nankor nîn e"

Doç Dr. Aksoy ji bo AA'yê ragihand ku pisîk li gorî heywanên dîtir xwedan reftarên 'xweser û azadtir' e. Dr Aksoy got, "Gava mirov bi vê taybetiyê li pisîkê binêre û wê û kûçikî bide ber hev dibêje qey gelekî sadiq nîn e, lê sedema vê yekê ew e ku serboriya kedîbûna pisîkan gelek ji ya kûçikan nûtir e.

Aksoy diyar kir ku pisîkan jiyana bi mirovan re hêj bi duristî nemeyandiye û hêj jî bi duristî ji refleksên xwe yên biyanî xilas nebûne. Lê heçî kûçik in, bi duristî fêrî jiyana bi mirovan re bûne û bi wê jiyanê elimîne.

Aksoy bal kiþand ku pisîk di xwezayê de bêhtir di nava hevrikiyê de ne û li gorî ajoyên xwe tevdigerin. Aksoy wiha got:

"Ne rast e bê gotin ku pisîk heywaneke nankor e. Pisîk nankor nîn in. Kûçik 13 hezar sal in kedî bûne lê kedîbûna pisîkan digihêje 3 hezar salî. Ji ber vê jî ne rast e bê gotin ku pisîk 'tam kedî' ye. Pisîk nîvkovî ye. Pisîk xwerekên xwe zû dixwe wekî kûçikekî bi ajoya veþartinê tevnagere. Carina di reftarên xwe yên ji niþkê ve agresîf tevdigerin ji bo vê jî mirov ji wan re dibêjin nankor lê ev reftar di suriþta pisîkan de hene, ji bo vana 'nankorî' nayê gotin.''

Li tevahiya cîhanê piþtî masî û teyr û çivîkan heywana herî bêhtir ji bo navmalê tê daxwazkirin pisîk e.

Bi taybetî ji bo kêmkirin û berterefkirina hestên hesûdiyê di navbera zarokan de di nav malê de xwedîkirina pisîkan ji aliyê zanyaran ve tê pêþniyazkirin.

 


Pisîk heywaneke xweser û azad e

Hîndekarê Beþa Zootekonî ya Fakulteya Veterîneriya Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Fatîh Aksoy ragihand ku pisîk li gorî heywanên dîtir xwedan reftarên xweser û azadtir e. Pisîkan jiyana bi mirovan re hêj bi duristî nehezimandiye.


04-05-2008 11:19 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-05-2008 11:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 04-05-2008 11:19
Views: 51    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;