• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
9
gulan
Mal arrow Mal arrow Civak-Jiyan arrow Newroz piþtî 28 salan li Hîlwan û Sêweregê bû
Newroz piþtî 28 salan li Hîlwan û Sêweregê bû Binivîse E-posta
 
newroz-siwereg.jpgRIHA / DÎHA - Li navçeyên Hîlwan û Sêweregê yên Rihayê piþtî darbeya leþkerî ya 12’ê Îlona 1980'yan cara yekemîn bi awayekî destûr hate pîrozkirin.

Li Hîlwanê pîrozbahî li qada li piþt avahiya Ofîsê saet di 09.00'an de dest pê kir. Pîrozbahiya ku gel bi cilên xwe yên neteweyî beþdar bû, bi muzîkê dest pê kir. Di pîrozbahiya ku govend hate girtin de sloganên "Bijî Serok Apo", "Em Helepçe ji bîr nakin", "Þehîd namirin", "Kujer Erdogan", hatin berzkirin. Li qadê her wiha pankartên "Zimanê me rûmeta me ye", "Aþtî bi her kesî bide qezenckirin" li ser sahneyê jî nivîsa 'Newroz pîroz be' hate daliqandin. Di pîrozbahiya ku 3 hezar kes beþdar bûn de, Serokê Komîteya Amadekar û Serokê DTP'a Hîlwanê Mukrî Atar axaftina vekirinê kir û cejna gel pîroz kir. Piþtre bi hunermend Bulent Turan re agirê Newrozê hate pêxistin.



Li hemberî Zapê Newroz pîroz kirin



Li Çelê ku li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye Newroz bi awayekî coþ hate pîrozkirin. Newroza ku li taxa Emîr Þaban hate pîrozkirin Þaredarê Colemêrgê Kazim Kurt, Serokê Bajêr ê Colemêrgê yê DTP’ê Hasan Guzel, Serokê Navçeya Gevera DTP’ê Vahît Þahînoglu û bi sedan kes beþdar bûn. Kesên beþdarî pîrozbahiya Newrozê bûn cilên neteweyî li xwe kirin û dowîzên “Newroz pîroz be”, “Êdî bes e” hilgirtin. Girseyê sloganên weke “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî Serok Apo”, “Birêz Ocalan”, “Þehîd namirin Zap nayê bidestxistin” berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo þehîdên þoreþê dest pê kir. Di pîrozbahiya Newrozê de destpêkê peyama Serokê Navçeya Çelê yê DTP’ê ku hêj di girtîgeha Colemêrgê de ye hate xwenin. Girseyê bi deqeyan ji bo peyamê li çepikan xistin.



‘Qedexekirin ne çare ye’


Serokê Bajêr ê Colemêrga DTP’ê Hasan Guzel jî axaftinek kir û got ku di Newrozê de qedexeyeke taybet ji bo Colemêrgê hatiye kirin. Guzel, got ku li Çelê ew Newrozê tam li hemberî Zapê pîroz dikin. Guzel ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî xwest ku bi Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan re diyalogê daynin. Serokê Navçeya Geverê ya DTP’ê Vahît Þahînoglu jî wiha got: “Em vê Newrozê diyarî Serokatiya xwe dikin. Newroza ku li herêma me hatiye qedexekirin dê di roja xwe û saeta xwe de bê pîrozkirin. Roja me ew nikarin diyar bikin. Roja pîrozbahiyê ancax gelê me dikare diyar bike. Bi qedexe û operasyonan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin.”


Peyama Nurettîn Demîrtaþ

Her wiha peyama Hevserokê DTP’ê Nurettîn Demîrtaþ ku li girtîgehê ye hate xwendin. Demîrtaþ ku di peyama xwe de cejna gel pîroz kir, wiha got: “Em vê biharê wekî bihara komara demokratîk îlan bikin. Em vê biharê bikin bihara Yahya Menekþeyan û Mehmet Denîzan. Bi ruhê van þehîdan em pîroz bikin û xwe azad bikin. Em vê biharê bikin bihara azadiya ziman, ol, mezhep, bawerî, zayend û neteweya kurd.”


Sêweregî li qadan bûn


Li navçeya Sêwerega Rihayê piþtî 28 salan cara yekem Newroz bi awayekî fermî hate pîrozkirin. Gel ji bo pîrozbahiya Newrozê li Stayduma Sporê ya Furkan Tuysuz kom bûn. Nêzî 3 hezar kes civiyan û bi sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji bo Îmraliyê hezar silav” berz kirin. Beþdarên pîrozbahiyê ku kincên neteweyî li xwe kirine, li ber mûzîkê govend girtin.

ojava li ser piyan bûn

Li bajarên baþur-rojavayê Kurdistanê li Helep, Efrîn, Kobanî, Raqqa, Þam, Hesekê, Dirbesiyê, Amûdê, Dêrika Hemko û gelek bajarên din jî Newroz bi girseyî hate pîrozkirin.Di axaftinan de cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG’ê hate pîrozkirin.Ji gelê kurd jî hat xwestin ku li dijî polîtîkayên înkarê yekitiya xwe pêk bînin û tevli pêngava ‘Êdî Bes e’ bibin.


22-03-2008 10:37 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 22-03-2008 10:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment. Last update on 22-03-2008 10:37
Views: 135    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;