AMED - Welatiyê bi navê
Yusuf Oruç ku ji gundê Sadiyeyê yê 15 sal
berî niha koçî Bismilê kiriye, bi keviran
hewþa mala xwe wekî muzeyê lê kiriye. Oruç
bi kulîlkên çandîn û kevirên bi
cih kirîn dîmeneke pir balkêþ û xweþik
derxistiye holê.
Li navçeya Bismila Amedê
welatiyê bi navê Yusuf Oruç bi derfetên xwe
kevirên ji cihên cuda anîn û hewþa mala xwe
wekî muzeyê xemilandiye. Hewþa wekî muzeyê
hatiye dîzaynkirin ji hêla Oruç ve ku 15 sal berî
niha ji gundê Sadiyeyê koçî navçeyê
kiriye ve hatiye çêkirin. Oruç ku kesek hezkiriyê
welatê xwe ye, ligel kirina debara malbata 13 kesî bi vî
karî re jî bi taybetî eleqedar dibe. Oruç
ligel jiyana bi zor û zehmetî hezkirina xwe ya jiyanê
bi bedewkirina derdorê nîþan dide. Oruç ku ji ber
zexta cerdevaniyê bi neçarî ji gundê xwe koç
kiriye Bismilê ev 10 sal in bi hewþa mala xwe re mijûl
dibe.
Mala wî ya gund rengîn bûye
Oruç ku dema behsa gundê
xwe dike, kelogirî dibe, balê dikiþîne ser keda ji
bo bedewiya gund jî dayî. Oruç der barê mala
xwe ya gund de jî agahiyan dide û balê dikiþîne
ser bedewiya bax û baxçeyên xwe yên bi dehan
kulîlkan rengo rengo bûye. Veqetiyana Oruç a ji
gund bandoreke pir mezin li ser wî dike û ji ber vê
yekê felcê derbas dike. Lê hezkirina wî ya
jiyanê û hewldana wî zorê li felcê
dibe. Oruç kevirên ji Amara, Wan, Mêrdîn,
Qers, Heskîf, Agirî, Cizîr, Gola Hazarê û
welatên wekî Îtalya, Sûriye û gelek
deverên din anîn li nav hewþa xwe wekî peykeran
dîzayn kirine. Oruç li nava hewþê hewzek çêkiriye
û li derdora hewzê bi keviran teþeyên cuda
çêkirine. Her wiha masiyên cure bi cure xistine
nav hewza xwe ya li nav hewþê. Ligel þêwazên
peykerî, sehpayên ji keviran hatine çêkirin
jî balê dikiþînin.
'Zimanê van keviran heye'
Oruç ku bi nêzîkatiya
xwe ya hawirdorê peyamên erênî dide li ser
van xebatên xwe nêrînên xwe wiha anîn
ziman: "Li gund baxçeyek min ê pir bedew hebû.
Mala min 3 qat bû. Bi salan min ked da. Lê mixabin em
neçar man me gundê xwe terk kir. Piþtre cerdevanan mala
min, bostanên min hilweþandin û þewitandin. Min bi
salan ked dabû. Tiþtek nehiþtin. Bi 13 zarokên xwe re
ez koçî Bismilê bûm. Di van deh salên
dawiyê de min bi kevirên ji deverên cuda anîn
min ev hewz çêkir. Ev kevir her yek ji min re bedewiyek
e. Her yekê wateyek cuda heye." Oruç mêvanên
xwe jî li ser maseya bi keviran çêkirî
pêþwazî dike. Oruç herî dawî dixwaze
ku her kes ji bo mal û welatê xwe bi hezkirin bixebite û
ku hezkirin hebe welat dibe bihuþt.
This entry was posted on 14-04-2008 11:26. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 14-04-2008 11:26 Views: 35
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 35