ÎZMÎR / DÎHA - Hîndekarê Zanîngeha
Egeyê û Serokê Þaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê Prof. Dr. Kamîl
Oktay Sindir, diyar kir ku li cîhanê ji 800 milyonî zêdetir mirov
birçî ne.
Þaxa Odeya Endezyariya Çandiniyê
(ZMO) ya Îzmîrê, li Navenda Ahmet Pîrîþtîna panelek bi mijara
'Nebatên Tibbî û Aromatîk' li dar xist. Hîndekarê Beþa
Makîneyên Çandiniyê ya Zanîngeha Egeyê û Serokê Þaxa Odeya
Endezyarên Çandiniyê Prof. Dr. Kamîl Oktay Sindir, di panelê de
axivî. Sindir, destnîþan kir ku tenê di sala 1995'an de, 43
milyon ton (hezar kîlo) xwarin çûye sergoyê û wiha dom kir:
"Dema mirov bîne bîra xwe ku kesek rojê 1.5 kîlo xwarin
dixwe, bi nîvê xwarina ku tê ziyankirin, 40 milyon kes dikarin têr
bixwin. Tenê ji sedî 5’ê wê jî paþve bê anîn, 4 milyon kes
dikarin têr bixwin."
'Sedem hilberîna xelet e'
Sindir da zanîn ku sedema birçîbûnê
hilberandina xelet e û mînakeke wiha da: "Li Etiyopyayê di
demên ku birçîbûn gelek bû de jî di þûna xwarina ku gel têr
bike de, çêkirin û firotina qehweyê dihat domandin. Yanî sedem
hilberandin nîn bû, hilberandina xelet û rantxuriya di vê
têkiliyê de bû." Sindir, got ku li gorî daneyên Wezareta
Çandiniyê ya Amerîkayê, li Amerîkayê her sal ji sedî 25'ê
xwarina li welêt, tê ziyankirin. Sindir, axaftina xwe wiha dewam
kir: "Tê zanîn ku li cîhanê 800 milyon kes di bin sînorê
birçîbûnê de dijîn. Hejmara zarokên ji birçîna dimirin jî,
rojê 35 hezar in. Yanî tenê Amerîka, dikare bi ji sedî 15'ê
bermayiyên xwe, jiyana zarokên ku ji rûyê birçîbûnê de
dimirin, xelas bike."
This entry was posted on 10-05-2008 11:10 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 10-05-2008 11:10 Views: 22
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 22