BEDLÎS / DÎHA - Keleha ku li gundê
Þahmîran a bi ser navçeya Tetwana Bedlîsê ye û aydî Qraliyeta
Persan e, ji ber ku rayedar lê xwedî dernakevin, bû mîna warê
xizînegeran.
Hîndekarê Dibistana Bilind a Pîþeyî
ya Tetwanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Dr. Mehmet Demîrtaþ,
diyar kir ku li gundê Þahmîran a bi ser navçeya Tetwana Bedlîsê
keleheke mezin a ku tê texmînkirin aydî serdema Persan e, heye.
Demîrtaþ, da zanîn ku ev keleh 5 kîlometre dûrî Þahmîranê,
li ser 3 girên derdorê û li ser girekî hakim hatiye çêkirin.
Demîrtaþ, got ku ger li herêmê xebateke erdkeolojîk bê kirin,
wê gelek avahiyên mezin ên dîrokî derkevin holê.
Ji bo Þahmîran hatiye çêkirin
Demîrtaþ, ragihand ku li gorî fikra
wan, keleh li ser navê 'Þahmîran' hatiye çêkirin û ev agahî
dan: "Di lêkolînên ku hatine kirin de, gelek çavî û
perçikên seramîkan hatine dîtin. Keleha Kalekiran ku li ser
qadeke berfireh hatiye çêkirin, divê bi kolandinê, derxin ser
rûyê erdê. Ji ber ku ser wê bi tevahî bi axê hatiye girtin,
xwedî hin avantajan e. Di þûna ku mirov zirar bidinê de, bi vî
awayî hatiye parastin, ev jî tiþtê ku dilê mirov hinekî sivik
dike ye. Li ser berhemên dîrokî, lodek axê ya nêzî 8 metreyî
heye. Ev yek jî, dîwarên kelehê vediþêre." Midûrê Çandê
yê Bajêr a Bedlîsê Husnu Iþikgor jî got ku li herêmê
avabûneke dîrokî heye, lê heta ku agahiyên zelal û berbiçav
dernekevin holê, nikarin tiþtekî bêjin.
Li gorî efsaneyê...
Li gorî çavkaniyên dîrokî, Pers
piþtî Nemrûdî hatine vê derê û li vir serdestî kirine. Li
gorî efsaneyê, Þahmîran jina Qralê Persan e, rêveberiyê digire
destê xwe, piþtre zarokên wê li ber wê serî radikin, ew jî
zaroka bi navê Nînyas ne tê de, hemû zarokên xwe dikuje. Di
navbera wê û Zerdûþt Kahîn de þer derdikeve, Nînyas ji bo ku
heyfa xwe ji dayika xwe bistîne, leþkeran bi ser wê de diþîne,
Þahmîrana ku vê yekê dibîne, diqehire û xwe dikuje. Tê gotin
ku Þahmîran, bi sêhr û remilan re mijûl bûye, beriya ku dawî
li jiyana xwe bîne, morîkên ku di sêhrê de bi kar anîne,
avêtine Gola Wanê. Tê gotin ku gotina wê ya dawî, "Morîkên
Þahmîran herin nav behrê" bûye.
This entry was posted on 29-04-2008 10:47. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 29-04-2008 12:30 Views: 34
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 34