Yekta û Hêvî du evîndarên þanoyê bûn li ser çiyan jî bûbûn evîndarên jiyana gerîlatiyê jî. Wan her duyan jî li ser dikên cuda xatir ji jiyanê xwest. Halîl Uysal jî beriya ku dawî li fîlmê xwe bîne çîroka wan bi wêneyan vegotibû...
Rojekê Yekta bi yek carê ji nav me bar kir. Bahara derbas bûyî dema Sûriyeyê êrîþê gelê me kir hemû cîhan bêdeng ma. Wê demê Yekta li orta bajarê Helebê cara dawî derdiket ser dikê.
Hêvî carekê jî ev yek ji bîr nekir. Çima ku ew nebûbû þirîkê dika dawî? Ma ew her tim bi hev re derneketibûn ser dikê?
Di wêneyê yekemîn de Hevî û Yekta
li ber dikeke þanoyê ya hilweþiyayî disekinin. Hemû samîmiyeta wan di
wêneyî de xuya dike. Destên xwe wisa bi aheng rakirine mirov dibêje qey
herdu bi yek zimanî eynî gotinê dibêjin. Merheba û bi xatirê we…
Ma em li dawiya lîstikekê ne gelo an destpêka lîstikekê ye...
Çi dibêjin bila bêjin, herdu di heman demî de eynî tiþtî dibêjin... Xwediyên heman hest û û heman ferasetê ne li ser dikê...
Û min piþtre zanî ku wan di jiyana
xwe beriya gerîlatiyê de qet hevdu nas nekiriye û nedîtiye. Lê me ew
her tim bi hevre dîtin û nas kirin. Be dengê wan bi hev re bihîst û me
ew li hemû deverên çiyan bi hevre dîtin.
Karekterên herî biçûk û heta yên
mezin ji bo wan ne xem bû û wan bi hostatiyeke mezin ew rolên xwe tanîn
cih û jiyan û giyan dida wan. Ji bo wan rolên biçûk an jî mezin nebûn û
nêzîkahiya wan mezin bû.
Rolê herî biçûk bi cidiyeteke
mezin dilîstin. Di piþtperdeya lîstikê de jî wekî her tiþt ew
tevdigeriyan. Wana nîþanî me da ku em bi mezinahiyeke mezin nêzî hemû
kêlikên jiyanê bibin. Di hemû senaryoyên ku li van çiyan hatin lîstin de cih girtin.
Ji bo çi vê carê bi tenê çûbû Yekta? Çima bi tena serê xwe ew lîstikvaniya mezin kiribû? Çima bangî wî nekiribû?
Ev êþên Hêvî zêde dom nekirin. Piþtî wî bi tu awayî lingê xwe neavêt ser vê dikê. Gelek hevalên wî xwest ku ew ji bo bîranîna Yekta derkeve ser dikê. Ewil red kir û piþtre jî got ku ew êdî nikare dilê hevalên xwe biþkêne. Dîsa vegeriya ser dikê.
This entry was posted on 12-04-2008 18:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 12-04-2008 19:18 Views: 104
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 104