RIHA / DÎHA - Li navçeya Pirsûsa
Rihayê ziwayî bû sedema ziwabûna çavkaniyên avê. Bîrên ava
vexwarinê vala bûn, loma navenda navçeyê bê av ma. Welatî
dixwazin ku dewlet pirsgirêka wan çareser bike.
Digel gotina 'wê gundên bê rê û bê
av nemînin' a Hikûmeta AKP'ê, navçe jî bê av man. Ziwayiya li
Pirsûsê tê jiyîn, bi hezaran donim erd û zevî hiþk kir. Niha
jî çavkaniyên avê ziwa bûn. Bi vê yekê re, hejmara kesên ku
ji ber vê pirsgirêkê ji navçeyê koç kirin jî zêde bû. Gelê
navçeyê hewl dide ku bi ava ji aliyê Þaredariya Pirsûsê ve bi
tangêran û îtfaiyeyê tê belavkirin, îdare bike. Pirsûsî, li
hemberî bêdengiya dewletê nerazîbûn nîþan didin. Hanim Cengîz
(69), diyar kir ku li navçeyê karekî ku bikin, êdî tune. Hanim
Cengîz, da zanîn ku carina ji xeta bajêr av tê, lê ev av jî
nayê vexwarin. Hanim Cengîz, anî ziman ku avê ji bîrên li
navenda navçeyê ne peyda dikin û da zanîn ku nikarin beravê jî
bikin. Zelîha Ateþ (65) diyar kir ku Pirsûs bûye cihekî ku mirov
êdî nikare lê bijî û da zanîn ku fikra çûyîna Heranê ketiye
serê wan. Ateþ, got ku ji neçarî bi sîtilan avê dikiþînin û
destnîþan kir ku ji ber tunebûna avê ya li erd û zeviyên
çandiniyê jî, pirsgirêk mezintir dibe. Ateþ, ragihand ku piþtî
hiþkbûna hilberînên wan, karek ku pê re mijûl bibin nemaye.
'Ji bêaviyê qirika me ziwa bû'
Reþît Tuncer (48), da zanîn ku
biharek bê av derbas kirine û got ku divê dewlet, demek ji ya din
zûtir, mudaxeleyî vê rewþê bike. Tuncer, ragihand ku ava pê
destmêj bigirin jî nemaye û cil jî ji qirêjê, bêhn didin.
Tuncer ku got ku tiþtekî ew bibêje nabîne û tenê avê dixwazin.
Tuncer, da zanîn ku þaredarî her roj bi tangêran avê ji wan re
tîne, lê ev av têr nake. Tuncer, ragihand ku diçin ji gundan bi
hespan avê tînin û wiha dom kir: "Em ketine halekî wisa ku
em nikarin li ber deriyê xwe sebzeyek jî biçînin. Mirov di nav
rezaleteke wisa de ne ku nizanin çi bikin. Em terka van waran bidin
û herin?"
Osman Durmuþar (20), diyar kir ku
piþtî sebze û fêkiyên wî hiþk bûne, dest bi karê firotina
xwarina li ser tableyê kiriye. Durmuþar, da zanîn ku diçin bi
wesayîtan, avê tînin û got ku halê wan, ne hal e.
This entry was posted on 10-05-2008 11:13 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 10-05-2008 11:13 Views: 29
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 29