• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Civak-Jiyan arrow Hestên xwe li çîqan dineqiþînin
Hestên xwe li çîqan dineqiþînin Binivîse E-posta
 
neqisandin603.jpgFERHAT ARSLAN / DÎHA

ÞIRNEX - Di jiyana zozanan de çîqên ji qamiran cihekî girîng digire û bûye debara koçerên jin. Koçerên jin êþên xwe, evînên xwe, hesreta xwe ya ji bo xwezayê bi motîfên çîqan vedibêjin.

Koçerên jin en li navçeya Cizîra Þirnexê, ji qamirên hiþkkirî û tayên ji hiriya miyan û mûyê bizinan çîqan çêdikin. Çîq, di konên ji mûyan çêdibin di navberê de têne bikaranîn. Her wiha li navçeyê ji bo dora textên li ser banan bigire jî tê bikaranîn. Koçerên jin êþên xwe, evînên xwe û hesreta xwe ya xwezayê bi motîfên li ser çîqan vedibêjin. Koçerên jin ji bo debara xwe çîqan çêdikin û hêvî dikin ku bidawîbûna operasyonan dê ew jî van çîqan li zozanan bi kar bînin. Ji eþîra Kuçan Zelal Malgaz diyar kir ku tiþtên di çêkirina çîqan de tên bikaranîn bi destan tên çêkeren. Malgaz, got ku ji ber operasyonan 18 sal in derneketine zozanan û wiha got: “Lê ligel hemû astengiyan koçerên ku derdikevin zozanan an jî koçerên ku li nêzî bajêr bi cih dibin, di mehên biharê de li kêleka çemê Dîcleyê qamirên ku em berhev dikin û tayên ku em ji mûyên bizinan û hiriya miyan çêdikin pê çîqan çêdikin. Em çîqan bi tayên reþ ên rengîn motîfan li ser çîqan çêdikin. Ji aliyekî ve em nahêlin ev huner bimire û li aliye din jî bi vî rengî piþtgiriyê didin debara malbatê.”

Êþ û evînên xwe bi motîfan dibêjin

Bedriye Tekîk (60) ji pîra xwe ev pîþe hîn bûye û ji deh saliya xwe û pê de vî karî dike. Tekîk, diyar kir ku çêkirina çîqan di çanda wan de cihekî girîng digire û motîfên li ser çîqan têne neqiþandin li gorî nifþan hatiye guhartin. Tekîk, da zanîn ku her yek hesteke cuda vedibêje, jinên ciwan evînên dijîn, jinên navsere xwezayê û jinên extiyar jî êþên ku jiyane li motîfên çêdikin bar dikin. Tekîk, bilêv kir ku pîþeya ku di çanda wan de cihekî girîng digire niha jî hînî neviyê xwe dikin.

Hînî jiyana bajêr nebûye

Asya Akbay (50) ku debara xwe bi çêkirina çîqa dike got ku çîqek berê wê metreyek û dirêjahiya wê 10 metre ye bi 70 YTL’î difroþîn. Akbay, diyar kir ku li ser daxwaze ew vî karî dike û wiha got: “Em di demsala biharê de dest bi çêkirina çîqan dikin. Di 3 mehan de nêzî 10 sîparîþan distînim. Li Þirnex û derdora wê bi dehan eþîrên koçer hene. Çîq ji bo kesên diçin zozanan hewcedariyeke.” Kumru Akbay jî ku piraniya temenê li zozanên Feraþînê jiya ye û bi hêviya ku careke din biçe zozanan çîqan çêdike. Akbay, kir ku ew hînî jiyana bajaran nebûye û wiha got: “Di zivistanê de em dadiketin beriyê, ji bo ku bihar bê me roj dihejmartin. Bi hêviya ku dîsa em bi azad biçin zozanan min dest bi çêkirina çîqan kiriye.”


07-05-2008 11:27 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 07-05-2008 11:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 07-05-2008 11:27
Views: 27
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;