AMSTERDAM / ANF - Di mîtolojiya
Mezopotamyayê de têkiliya dûpiþk a bi agir re bûye
mijara gelek çîrokan. Her wiha vê têkiliyê
bi sedsalan bala mirovan kiþandiye. Li gorî baweriya di nava
gel de dûpiþk di ezmûna xwe ya agir de dizane ku dê
têk biçe, ji ber vê bi xwe vedide. Lê rastî
ne wisa ye…
Lî cîhanê bi hezaran
cureyên heywanên bi jehr hene. Piraniya van heywanan ne
li cihên ku mirov lê dijîn in, bi taybetî li
behrên bi ser okyanûnasan ve dijîn. Heywanên
bi jehr û herî zêde êrîþî
mirovan dikin dûpiþk û mar in.
Dûpiþk pêþî li
Gilgamêþ girtibû
Li erdnîgariya Kurdistanê
di nav cureyên heywanên bi jehrtirîn de yek jê
dûpiþk e. Pêvedana dûpiþkan bi taybetî di
mehên havînê de li Kurdistanê pir zêde
tê dîtin. Ji dîrokê heta niha dûpiþk
di bîra civakê de bi teþeyên cuda cih girtiye.
Mînakek ji vê ya kevn di destana Gilgamêþ de cih
digire. Astengiya herî zêde ya li pêþiya Gilgamêþ
ku nahêle biçe welatê nemir mirovên dûpiþk
in.
Dûpiþk her tim weke sembola
serbilindî û îradeyê hatiye fikirîn.
Sedema vê yekê jî ezmûna dûpiþk a bi
agir re ye ku berteka nîþan daye.
Baweriya xwekuþtinê ne rast e
Di nava mirovên ku li hemberî
dûpiþk têkoþîna didin de rêbaza herî
populer li dora dûpiþk xelekeke ji agir çêdikin.
Piþtî ku agir tê pêxistin dûpiþk têdigihê
ku ji xeleka agir xwe nikare xilas bike û bi derziya xwe ya
dûvikê de bi xwe vedide. Lê gelo rastî wisa
ye? Berevajî vê baweriya di nava gel de derziya jehrê
bi xwe venadin û xwe nakujin. Lewre li cîhanê hemû
heywanên bi jehr li hemberî jehra xwe pênegirtin
(baðýþýklýk) heye. Ango dûpiþkek bi jehra xwe nikare xwe
bikuje.
Germa agir dûpiþk dikuje
Li gorî lêkolînên
ku zanyaran kirine bedena dûpiþkan li hemberî germê
pir hesas e. Germa ku li dora dûpiþk dema zêde dibe hemû
avzêya di bedena dûpiþk de diguhere û ev jî
dibe sedema mirina wî.
Di ceribandinên zanyaran de
dûpiþk di xeleka agir de tam li navenda xelekê disekine.
Sedema vê yekê jî ev e ku di mesafeyeke wekhev de
dûrî agir disekine û bedena xwe li hemberî
germê diparêze. Lê dema germahî zêde
dibe pençikên pêþ û dûvika wê
nêzî bedena wê dibe. Lê heta digihê vê
merheleyê jixwe zû de dûpiþk miriye.
Di vê merheleyê de dûpiþkên
ku nemirine jî dûvika xwe zêde bi bedena xwe ve
dieciqînin û ji ber vê qalikê wê qul
dibe. Lê ev bi awayekî nadîr weke mirina dûpiþk
derdikeve pêþ.
Dûpiþk di gelek mijarên
din de jî heywanên bi efsûn in. Mesele di sala
2004’an de hêj nû hat fêmkirin ku du cureyên
jehrê yên dûpiþkan hene. Li gorî lêkolînan
dûpiþk du jehran hildiberînin. Ji vana yek weke jehra
destpêkê tê binavkirin, dûpiþk vê
jehrê dema nêçîrê dike û ji bo
dijminên xwe yên zêde ne talûke ye bi kar
tîne. Dûpiþk dema bi tehdîteke cidî re rû
bi rû dimîne wê demê jehra ku dikuje bi kar
tîne. Li gorî texmînan dûpiþk, ji ber jehra
ku êþê dide ji proteînê tesarûfê
dike.
This entry was posted on 13-04-2008 09:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 13-04-2008 09:25 Views: 69
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 69