AMED / DÎHA - Jinên li bajaroka
Palûke ya Amedê dijîn, sergîn çêdikin û debara xwe pê dikin.
Jinên li bajarokê, ji niha de dest bi amadekariya zivistana pêþ
me dikin. Tenûrê bi van sergînan pêdixin, gelek caran bi firotina
wan, debara malbata xwe dikin.
Li gelek gundên derdora Amedê û li
bajaroka Palûke (Çarikli) ya Amedê ji ber koçberî û xizaniyê,
barê li ser milê jinan girantir dibe. Jinên jiyana wan bi xebata
di nav malê de derbas dibe û keda wan nayê dîtin, ligel hemû
zehmetiyan di hemû aliyên jiyanê de xwedî cihekî girîng in.
Jinên herêmê ji aliyekî ve li zarokên xwe dinêrin, ji aliyê
din ve jî karên din dikin. Yek ji van karan jî, çêkirina
sergînan e. Her bihar, jin kar û barê xwe dikin û piþtre ji bo
haziriya zivistanê av, bêr, tevir û qalibên xwe digirin û
sergînan çêdikin. Jin, ji serê zivistanê û pê de ji bo
zivistana din sergînan kom dikin. Mehên bihar û havînê ji bo
tenûrê pê bixin, lazim e jin bi koman sergînan çêkin. Hinek ji
wan jî, serginên ku çêdikin, difiroþin û pê debara mala xwe
dikin.
Bi awayekî kolektîf dixebitin
Jinên vî karê zehmet dikin, gelek
caran bi piþtgiriya hev bi ser dikevin. Ji ber zehmetiya kar, jinên
cîranên hev in, tên cem hev û rojê ji bo malekê dixebitin. Jina
bi navê Bedîa Efe ku têkildarî çêkirina sergînan agahî dan,
anî ziman ku ev bi salan e vî karî dikin. Efe anî ziman ku her
bihar vî karî dikin û piþtî têra hewceyiya xwe çêkirin, ên
din jî difiroþin. Efe wiha axivî: "Em pêþî ji bazara
ramorka ziblê bi 15 YTL dikirin. Em salê 6 motor distînin, ancax
têra me dike. Em sê mal, di hewþekê de ne û em her sal sergînan
bi hev re çêdikin. Em feqîr in û nikarin komirê bistînin."
'Xizan xwe bi sergînan germ dikin'
Efe, destnîþan kir ku piþtî têra
zivistana xwe sergîn çêkirin, ên zêde jî difroþin û wiha pê
de çû: "Em heba sergînê bi 250 Ykr. difroþin gundiyên
derdora xwe û carina jî kesên ku ji bajêr tên." Efe diyar
kir ku ji ber xizaniyê sergîn hiþk dikin û havînê tenûrê,
zivistanê jî sobeyên xwe bi sergînan vêdixin. Ji ber ku rêxa
dewarên wan têrî nake, ji bazara dewaran a Amedê her sal bi
motoran sergînan distînin û çêdikin. Jina bi navê Hatîce Efe,
halê ku tê de dijîn wiha anî ziman: "Pez û dewarên me tune
ne. Ji ber wê jî, em ziblê ji bazara heywanan distînin û tînin
li vir hiþk dikin. Ji ber ku em nikarin êzîng û komirê bistînin,
em vana di sobê de diþewitînin. Havînan em jî hemû pêdiviyên
xwarin û þûþtinê bi sergîn bi cih tînin. Quweta têr bike, em
carna jî sergînên ku çêdikin, difiroþin gundiyên derdorê
xwe."
This entry was posted on 29-04-2008 10:49. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 29-04-2008 10:49 Views: 30
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 30