SEMSÛR - Lêkolînên
ev demek e li Semsûrê tên kirin rûyê
dîrokî yê Semsûrê derdixe holê.
Midûriyeta Muzeyan a Semsûrê li Bajarê Antîk
Perre ku 5 kîlometreyan dikeve bakûrê Semsûrê
ev demek e lêkolînê dide meþandin. Di encama
lêkolîna heta niha hatiye kirin de, gelek berhemên
nesêleh derketine holê. Gelek kevnareyên di
Þikeftên Perre ku di serdema romaiyan de hatine çêkirin
û wekî goristan hatine bikaranîn, derkikevin ser
rûyê erdê.
'Berhemên bêhempa derketin'
Di encama xebatên ev 2 sale li
Bajarê Antîk ê Perre ku niha wekî qada sîtê
tê parastin, tên meþandin de, heta niha ji sedî
20'ê xebatan hatiye îcra kirin. Lê herçiqasî
lêkolîn nehatiye qedandin jî berhemên ku
derketine holê þayana dîroka Perrê nîþan
didin û mirov ecêp dihêle. Li gorî ku hêj
ji sedî 20 lêkolîn hatiye kirin jî gelek
þikeftên goristanê derketine holê. Her wiha
tuneleke ku 30 pêlekan datê bin erdê, peykerên
ku li ser zinaran hatine nexþandin jê çend mînakên
lêkolînê ne. Her wiha di þikeftan de gelek
hestiyên miriyan jî derketin.
Berhem xistin muzeyê
Di þikeftan de stûnên ku
ji zinar hatine çêkirin û di devê þikeftan
de wekî ku îroj hatibin çikandin cihê xwe
diparêzin. Lê peykerên ku li devê þikeftan
ji aliyê jorîn de hatine nexþandin niha li cihê
xwe nîn in û tê gotin ku di demên berê
de hatine rakirin û wekî din gelek berhemên din jî
hatine birin. Niha ew cih ji aliyê Wezareta Çandê
ve wekî qada parastinê hatiye îlankirin û
berhemên ku di lêkolînê de dertên di
muzeya Semsûrê de tên pêþkêþkirin.
This entry was posted on 13-04-2008 09:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 13-04-2008 09:29 Views: 28
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 28