AMED - Derdora Licê bi darên mazî
pêçaye û li qûntara çiyê xaniyên prefabrîk dixuyin, nifûsa
wê ji çar paran sisê ležker û hêzên ewlekariyê pêk tê. Taxa
Žaar li navenda navçeyê li dežtê dinêre. Žaar ji 83 xaniyên
prefabrîk pêk tê û bûye cihê kesên ku xaniyên wan hatine
žewitandin.
Di rastiya xwe de li Licê her jiyanek
çîrokek e. Li tu dera cîhanê nayê dîtin ku gelek sê caran malê
wî hatine žewitandin. Ji bilî kurd û nižtecihên Licê.
Gund tevî heywanan dižewitînin
Mala Mehmet Žîrîn Mentež jî sê
caran hatiye žewitandin. Di sala 1992’yan bi baxçe, rez, mal û
heywanên wî re hêviyên wî jî hatine žewitandin. Mentež,
dibêje ku tekane sûcê wî ji ber ku kurd bû û žewitandina mala
xwe ya ewil wiha vedibêje: “Havîna sala 1992’yan bû. Nîvro
bû. Ležker hatin gund û malên her kesî žewitandin. Dema yek bi
yek mal dihatin žewitandin, ewrên žîn cihê xwe ji ewrên rež re
hižtin. Wê demê rewža min a aborî baž bû. Minîbusan min hebû.
Min zarokên xwe li wesayîta xwe kir û canê xwe bi zor xilas kir.
”
2 carên din mala wî dižewite
Malbata Mentež li Licê bi cih dibin,
lê qedera wî jî li pê wî tê. Mentež vê rewžê wiha vedibêje:
“Em rasterast li taxa Žaar bi cih bûn. Di nava gel de pižtgirî
hebû. Her kesekî tižtek da. Min maleke prefabrîk ku du odeyên wê
hene kirê kir. Lê di sala 1993’yan de dema Licê hate žewitandin,
mala min jî nisîbê xwe jê girt. Lê min dev jê berneda û maleke
din kirê kir. Vê carê bûyerên sala 1994’an dest pê kirin.
Mala min dîsa hat žewitandin.”
Malbata Mentež dema cara duyem mala
wan tê žewitandin vê carê ditirsin ku careke din wan jî
bižewitîne û koçî taxeke derveyî bajêr a Amedê dikin. Malbata
Mentež li Amedê debara xwe nakin, pižtî 8 mehan careke din
vedigere. Mehmet Žîrîn Mentež çîroka xwe ya vegerê xwe
vedibêje: “Li Amedê ya em ê ji birçînan bimirina an jî
vegeriyana axa lê dijî û bi cih bibûna. Bila mirina me li Licê
bûya. Min fikra xwe ji hevsera xwe re got. Pižtî ku wê jî erê
kir, em vegeriyan Licê. Min dixwest vegerim gund, lê bi rîsk bû.”
Mentež, dema vedigere Licê hemaltiyê dike, bi pereyê ku qezenc
dike çar-pênc dewaran ji xwe re dikire. Žîrê van dewaran
difrože. Pižtî ku pereyên wan çêdibin ji xwe xaniyekî normal
çêdikin. Mehmet Žîrîn Mentež gundê xwe tu carî ji bîr
nekiriye. Ji ber ku rezê wî ji nû ve çêbûye, difikire ku
vegere Derxustê.
Ji ber ku rewža wî ya aborî zêde
nebaž e û nikare xaniyê xwe yê li gund çêbike, havînê li gund
bi vedana kon hesreta gundê xwe hinekî kêm dike. 13 zarokên
malbata Mentež hene. Gelek ji wan dixebitin û gelek ji wan diçin
dibistanê. Kesên mezin dixebitin, zarok jî lîstikên xwe, xwe bi
xwe çêdikin. Dema zarok dilîzin gelek amûrên wan ên lîstikê
dižibînin çekê. Di rastiya xwe de gotina ‘zarokên žer’ ji
wan re bê gotin rast e. Dema pêlîstokên xwe diafirînin jî gelek
caran bixweber pêlîstoka wan vediguhere çekê.
This entry was posted on 30-04-2008 10:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 30-04-2008 10:29 Views: 17
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 17