AMED / DÎHA - Þaredariya Bajarê
Mezin a Amedê bi armanca pêþvebirina hiþmendiya bajarvaniyê
hiþyariyên bi nivîsên Helbestvan Ahmet Arîf û gotinên stranên
Ciwan Haco hatine xemilandin, amade kirin.
Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku
ji bo paqijiya bajêr xebatên berfireh dimeþîne, rêbazeke nû bi
kar tîne. Þaredarî dê vê carê hewl bide ji bo pêþvebirina
hiþmendiya bajarvanî û paqijiyê hunerê bi kar bîne. Li ser
bîlboardên hatine amadekirin, dubendiyên Ahmet Arîf ên wekî,
"Te her wekî bihar î difikirim / wekî tu Amed bî... / Ka bi
ser çi nakeve.../ Tema fikirîna te.../ Evîna te ez bernedam..."
û gotinên strana Ciwan Haco ya wekî, "Diyarbekir mala min e"
bi alîkariya karîkatorên Dogan Guzel ku di nav gel de bi remza
'Qirix' tê nasîn, cih digirin.
Bi nivîsên di çarçoveya,
"Gel-Þaredarî bi hev ber bi rojên paqij ve" hatin
amadekirin, dê li serbihorkan jî bên daliqandin. Her wiha li ser
afîþên hatine çêkirin Qirix ziblên xwe saet di 19.00'an de
derdixe ber derî û þaredarî wan radikin. Ziblên piþtî seat
19.00'an tên derxistin jî, li cihê xwe tên hiþtin. Bi vê yekê
tê xwestin ku hiþmendiya paqijiyê li Amedê bê cihkirin û asta
bajarvaniyê bê bilindkirin.
This entry was posted on 01-05-2008 08:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 01-05-2008 08:54 Views: 28
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 28