EDENE - Li Gulbahçeya Edeneyê jinên
tenûran çêdikin, weke þikeva nanî ya Edeneyê dixebitin. Yek ji
van jinan Sitî Akgul ku li derdorê weke “Jina tenûrvan a seqet”
tê nasîn got ku ev ne kesekî dikuje û ne jî bilind dike
BERLÎN - Enstîtuya Max-Planckê ku di
beþê lêkolînên biyolojiya infeksiyonan de otorîte ye, derziyek
çêkir ku dema sîstema laþê mirov a xwezayî îflas bike wek
sîstemeke nû ya parastinê têkeve dewrê û rê li ber nexweþiyên
ji qelsbûna sîstema parastinê, dertên holê bigire.
ENQERE - Hîndekarê Beþa Zootekonî
ya Fakulteya Veterîneriya Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Fatîh
Aksoy destnîþan kir ku di nava gel de ji bo pîsikê tê gotin
'heywana nankor' lê ev nêrîn xelet e. Fatîh Aksoy got, "pisîk
heywaneke nankor nîn e"
ÎZMÎR / DÎHA - Welatiya bi navê
Hesan Îlan pirsgirêka kanalîzasyonê ya ku 15 sal in nayê
çareserkirin bi kolandina çalan ew bi xwe hewl dide ku çareser
bike. Îlan anî ziman ku çal her tim dibe sedema bêhna nexweþ û
zêdebûna miþkan û þaredariyê li hemberî pirsgirêkê
çareseriyek pêk neaniye.
ÎZMÎR - Li gundê Olîmpiyatê yê bi
ser taxa Cennetçeþme ya navçeya Balçovaya Îzmîrê ji ber 5
þevniþîn bûne kelemê ber çavên Qeymeqamê Balçovayê Unal
Erdogan ji aliyê Þaredariya Balçovayê tevî tiþtan hatin
hilweþandin.
ÞIRNEX -Ji ber ku biharê baran
nebariya, li Kurdistanê bi sedhezaran donim çandinî hiþk bû. Bi
sedema hiþkbûna giya, sewalkarî jî hate asta tunebûnê. Koçerên
Þirnexê diyar kirin ku hêza wan a kirîna êm tuneye û dan zanîn
heke dernekevin zozanên bilind, dê sewalên wan telef bibin.
ROMA - Þîrketeke italî ku bi karê
amadekirina nexþeya cîhanê radibe, îsal di nav nexþeya siyasî
ya welatên cihanê de, cih da nexþeya welatê serbixwe a
Kurdistanê. Þîrketa italî ya bi navê Belleti ku bi taybetî
nexþeya siyasî ya welatên cîhanê çêdike, di nexþeya xwe ya
îsal de her çar perçeyên Kurdistanê weke welatekî serbixwe û
yek parçe nîþan da û alaya Kurdistanê jî li ser nexþeyê danî.
AMED / DÎHA - Ayþe Sogut (100) ku
tekane hebûna wê nogina wê bû, piþtî mir sê rojan þîn girt.
Pîra Eyþê li ser meytê nogina xwe ya bi navê “Gulê” bi
saetan giriya. Pîra Eyþê 30 sal berê hevserê xwe winda kir û bi
du-sê çêlekan 7 zarokên xwe mezin kir. Lê ji ber sedemeke nayê
zanîn mirina nogina bi navê ‘Gulê’ Pîra Eyþê þînê
digire. Pîra Eyþê li ser meytê Gulê rondik barand û sê rojan
þîn girt.