AMSTERDAM / ANF - Di mîtolojiya
Mezopotamyayê de têkiliya dûpiþk a bi agir re bûye
mijara gelek çîrokan. Her wiha vê têkiliyê
bi sedsalan bala mirovan kiþandiye. Li gorî baweriya di nava
gel de dûpiþk di ezmûna xwe ya agir de dizane ku dê
têk biçe, ji ber vê bi xwe vedide. Lê rastî
ne wisa ye…
Yekta û Hêvî du evîndarên þanoyê bûn li ser çiyan jî bûbûn evîndarên jiyana gerîlatiyê jî. Wan her duyan jî li ser dikên cuda xatir ji jiyanê xwest. Halîl Uysal jî beriya ku dawî li fîlmê xwe bîne çîroka wan bi wêneyan vegotibû...
COLEMÊRG - Bi hatina demsala
biharê re, nebatên li herêma Colemêrgê
li qada xwezayî çêdibin, cihê xwe yê
li ser dezgehan girt.
Bi hatina biharê re, nebatên
ku pir têne ecibandin ên wekî lûþ, mendê,
kelîþ, tirþik, kirvar (kereng), istirik, çiriþ, ala,
hingedan, pûng, siyabo, derketin ‘piyase’yê. Ev
nebatên ku hem þîfa didin, hem jî xwarina bingehîn
a ser sifreyan in, ji bo bêkaran jî fersendek debarê
ne. Çend ji van gihayan, bi xavîtî tên
xwarin, çend ji wan jî, di xwarinên herêmî
de têne bikaranîn. Kîloyek kuvarka ku ji çoltera
Çelê û Þemzînanê tînin, heta 10
YTL'î jî tê firotin. Hem ji ber tehma xwe ya xweþ,
hem jî ji ber ku þîfabûna xwe, pir tê
standin. Nebatfiroþ, ji vê eleqeyê kêfxweþ in.
AMED - Li Amedê ku yek ji
navendên girîng ên dîrokî û çandî
ye, her çiqasî ji ber xizmeta bi zimanên cuda
þaredar ji peywîrê bêne girtin û doz li wan
bê vekirin jî, Midûriyeta Çandê ya
Þaredariya Bajarê Mezin, dîsa jî cihên
dîrokî yên bajêr û xwezaya wê bi
zimanên cuda didin nasîn.
'Li Tirkiyeyê salê 100 hezar kes ji cigareyê dimirin'
ÎZMÎR / DÎHA - Midûrê
Dibistana Bilind a Tenduristiyê ya Odemîþê Prof.
Dr. Fethî Dogan, diyar kir ku li gorî lêkolînên
hatine kirin, li Tirkiyeyê salê 100 hezar mirov ji
cigareyê dimirin û bal kiþand ku heke tedbîr neyên
girtin, wê di sala 2025'an de ev hejmar derkeve 250 hezaran.
RIHA / DÎHA - Dikandarên
rihayî ku debara xwe bi firotina hiriyê dikin, ji ber ku
kes hiriyê êdî nastînin bi gazinc in.
Hirîfiroþan diyar kirin ku elyaf, sîlîkon û
perên çûkan têne bikaranîn, loma hirî
nayê kirîn.
ÊLIH / DÎHA - Çemê
Hizyatê ya li navçeya Beþirî ya Êlihê
ye ziwa bû. Çemê Hizyatê par bi awayekî
coþ diherikî û nedihiþt kes derbasî aliyê
din ê çem bibe. Bi ziwabûna çem re
hemwelatî matmayî man.