• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mal arrow Civak-Jiyan arrow 15 sal in pirsgirêka kanalîzasyonê çareser nabe
15 sal in pirsgirêka kanalîzasyonê çareser nabe Binivîse E-posta
 
izmir-kanalizasyon.jpgÎZMÎR / DÎHA - Welatiya bi navê Hesan Îlan pirsgirêka kanalîzasyonê ya ku 15 sal in nayê çareserkirin bi kolandina çalan ew bi xwe hewl dide ku çareser bike. Îlan anî ziman ku çal her tim dibe sedema bêhna nexweþ û zêdebûna miþkan û þaredariyê li hemberî pirsgirêkê çareseriyek pêk neaniye.

Li Îzmîrê bi taybetî jî þêniyên li taxên xizan lê dijîn her tim bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Jina bi navê Hesan Îlan dayika 5 zarokan li Çobançeþmeyê dijî ji ber ku ev 15 sal in þaredariya Konakê pirsgirêka wan a kanalîzasonê çareser nake bertek nîþan da. Îlan anî ziman ku bi taybetî jî havînan ji çalên ji bo ava kanalîzyonê derdikeve bêhna nexweþ tê. Tevî taxiyan þaredarî gilî kirine jî tu çareserî nehatiye peydakirin.

Îlan anî ziman ku wek jinekê herî zêde ew di bin bandora vê bûyerê de maye û 15 sal berê ketine vê malê û her sal çend caran serî li Þaredariyê didin lê pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha axivî: “Çend caran ji þaredariyê hatin. Dîrokeke fermî nedan û her tim gotin em ê paþê bên çareser bikin lê çareser nekirin. Her tim bi heman tiþtî me dixapînin. Piþtî ku em ketin vê malê ji bêhnê û miþkan bêzar bûn. Qey mirov di vê malê de najîn. Ew qas sersariyê taxî bêzar kirin.” Îlan destnîþan kir ku di erseyê aîdî wan de her tim çalên din dikolin ji bo kanalîzasyonê û her tim çal tije dibe, miþk li hev zêde dibin û her tim çaleke din dikolin. Îlan diyar kir ku bi qasî ew ji bêhna nexweþ aciz dibin taxî jî aciz dibin. Îlan bilêv kir ku dema hilbijartinan soz tên dayîn lê piþtî tên bijartin tu soz nayê bîra þaredaran û wiha got: “Ji vir pê de ez dengê xwe nadim”


04-05-2008 11:13 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-05-2008 11:13. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 04-05-2008 11:13
Views: 31
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;