• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
9
gulan
Mal arrow Mal arrow Cîhan arrow Pereyê xwînê red kirin
Pereyê xwînê red kirin Binivîse E-posta
 
dye-lesker.jpgWASHINGTON - Þîrketa taybet a bi navê Blackwater ya Amerîkayê bo ku dev ji doza kuþtina zarokên xwe berdin 20 hezar dolar da 2 malbatên Iraqê. Lê her du malbatan jî pereyê ku di berdêla xwîna zarokên wan de hatiye pêþkêþkirin red kir.

Televîzyonek Amerîkayê ev agahî aþkera kir. Tê gotin ku peywirdarên þîrketa taybet a Blackwaterê ku konvoya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diparast bi awayê eletewþ gule bi ser milet de barandin û di encamê de 2 welatiyên iraqî hatin kuþtin. Lê berpirsên þîrketa sûcdar bo ku malbatên kuþtiyan dev ji doza xwe berdin 20 hezar dolar pereyê xwînê pêþkêþî wan kirin. Lê malbatan ev pere qebûl nekir.


17 kes kuþtin

Roja 16’yê Îlonê li Bexdayê bi dengê teqînekê re peywirdarê þîrketa Blackwaterê bêyî ku hedefê tespît bikin rast û çep gule bi ser gel de barandin û di encama vê de 17 sivîl hatin kuþtin. Di nav kuþtiyan de zarokek 9 salî jî hebû. Lê rayedarên þîrketê bi navbervaniya dozger xwest ku serê mirovek 20 hezar dolar bide ku dozê bi dawî bike. Her wiha malbateke din ku kur û bav hatibû kuþtin re jî bo ku dev ji dozê berdin 40 hezar dolar danê. Lê malbatê da zanîn ku ew xwîna zarokên xwe naxwin û pere red kir. Ji bo Adîl Cebur Þema ku di êrîþê de birîndar bû jî 10 hezar dolar dan. Ev pere ji bo mesrefa xwe qebûl kir lê da zanîn ku ev pere têra ameliyata wê nake.


DYA’yê 100 hezar pêþniyar kir

Lê rêveberiya Amerîkayê pêþniyar kir ku ji bo her kuþtiyek 100 hezar dolar bê dayîn. Lê þîrketê vê red kir. Þahidên bûyerê diyar dikin ku di dema êrîþê de tu talûkeyek tune bû. Bûroya Lêpirsîna Ewlehiya Amerîkayê (FBI) jî di lêpirsînê de tespît kir ku tu sedem nîn bû ku berpirsên þîrkata Blackwaterê gulebarana der dorê bikin. Piþtî bûyerê hikûmeta Iraqê ji þîrketê xwest ku ji Iraqê derkevin. Xizmên kuþtiyan jî dan zanîn ku Amerîka sûcê þer kiriye û xwestin ku bi vê munasebetê bê darizandin.


180 hezar ewlekarên taybet hene

Hat ragihandin ku li Iraqê 30 þîrketên taybet ên ewlehiyê hene û di bin kontrola van þîrketan de jî 180 hezar ewlekarên taybet kar dikin. Hê jî þîrketa Blackwater li Iraqê dixebite û di encama darizandinê de derketiye holê ku 120 xebatkarên þîrketê li dijî welatiyên Iraqê sûc kirine. Þîrketa Blackwaterê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re 300 milyon dolar peyman îmza kiriye.


23-03-2008 10:29 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 23-03-2008 10:29. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment. Last update on 23-03-2008 10:29
Views: 54    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;