BEYRÛD - Serokwezîrê
Lubnanê Fuwad El Senyora daxuyand ku welatê wî, dê
beþdarî komcivîna welatên ereban nebe. Ev komcivîn
her sal li ser asta serokdewletên ereban li dar dikeve û
vê carê divê li paytexa Sûriye Þamê di
navbera 29 û 30’ê vê mehê pêk bê.
Biryara Serokwezîrê Lubnanê El Senyora bi vî
rengî hat ragihandin: “Ji ber ku roleke rejîma Beþar
Esed di krîza siyayî ya li Lubnan de beþdarê
civînê nabe.”
Ev 4 meh in ku Lubnan bê
serokdewlet e û ev 17 meh in parlementoya wî rûnane
û felc bûye. Ev ji ber alîgirên Sûriyeyê
li Lubnanê wisan dibe.
Her wiha Siûdî, Misir û
Urdun beþdariya xwe ya komcivîna welatên ereb ya li Þamê
bi pirsgirêka çareseriya Lubnanê ve girêdidin.
Siûdî ji ber ku Sûriye roleke erênî
neleyîst diyar kir ku dê di asteke jêr de beþdarî
civînê bibe. Misir û Urdun li ser asta wezîrê
karê derve dê beþdarî komcivîna welatên
ereban ên li Þamê bibin. Ang, dê qiralên
Siûdiye û Urdunê her wiha serokê Misrê
dê neçin Þamê û tu hêviya wan di vê
komcivînê de nîn e.
Tê texmînkirin ku krîza
Lubnan û rola Sûriyeyê tê de dê
bandora xwe li ser vê komcivînê bike û dibe
ku ji serokên 21 welatên ereban tenê 12 yan 14
serok beþdar bibin. Tê texmînkirin ku piþtî vê
komcivînê dê pirsgirêkên di nava
Sûriyeyê de ji aliyê Erebîstana Siûdî
û Misirê ve bên kûrkirin.
Ji aliyê din jî DYA’yê,
daxuyand ku dê biryarên navneteweyî bi kar bîne
li himberî hemû dewletên ku dadgeha navneteweyî
ya ji bo kujerên serokwezîrê berê yê
Lubnanê Refîq El Herîrî, asteng bike û
ev jî sînyaleke xurt e ji bo rejîma Sûriyeyê.
This entry was posted on 27-03-2008 10:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 27-03-2008 10:03 Views: 33
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 33