• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Cîhan arrow Felaketa Myanmarê mezin e
Felaketa Myanmarê mezin e Binivîse E-posta
 
myanmar603.jpgYANGON - Bagera li welatê Asyayê Myanmarê vegeriya felaketa herî mezin a dîroka wê. Her diçe bîlançoya felaketê giran dibe. Hate ragihandin ku ji ber bagera tropîk a Nargîs heta niha 15 hezar kes mirine, 30 hezar kes jî winda ne.

Ji ber bagerê bajarê herî mezin ê welêt Yargon û herêma Irravadî bi erdê re bûne yek û hin gund ji ser nexþeyê rabûne. Bi sedhezaran kes jî ji ber bagerê mexdûr bûn. Li herêmeke berfireh ku kete bin bandira bagerê xizmetên mîna elektrîk, av û ragihandinê pêk nayên.

Li aliyê din fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. Hate hînbûn ku heta niha hê bi gelek herêman re têkilî nehatiye danîn. Wezareta Karên Derve ya Taylandê ragihand ku 30 hezar kes jî winda ne.

 

Cuntayê destûra alîkariyê da

Piþtî bagera leza wê 190 km/s e ji bo alîkariya mirovahî bê dayîn rejîma leþkerî ku 46 sal in li ser desthilatdariyê ye destûr da Neteweyên Yekbûyî da ku alîkariyê bike. DYA'yê ji bo 250 hezar dolarî soz da. Her wiha welatên Yekitiya Ewropayê jî soz da ku 3 milyon dolar alîkariya lezgîn bide.

Dîsa tê payîn ku Tayland 9 ton derman û xwarinê bigihîne cihê felaketê. Hindîstanê jî aþkera kir ku 2 keþtiyên þer ku bi xwarin, kon, kinc û derman barkirî ne dê biþîne herêmê. Rayedarê Rêxistina Xaça Sor a Navnetewî Michael Annear ragihand ku rêxistina wan dest bi dayina alîkariya lezgîn kiriye lê belê ji ber felaketa mezin pêwistî bi alîkariyeke berfireh heye.

Tenê li bajarekî 10 hezar mirî...

Wezîrê Karên Derve yê cûntaya leþkerî ku welêt bi rê ve dibe Nyan Vin, di daxuyaniya ku da televizyona dewletê de ragihand ku tenê li bajarekî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate aþkera kirin ku heta niha 15 hezar kes mirine û ji ber ku hê têkilî bi gelek herêman re nehatiye danîn hejmareke misoger nehatiye bidestxistin.


Ji tsunamiyê bibandortir e

Saziya alîkariya navnetewî World Vision aþkere kir ku ji ber derfetên gihandina alîkariyê zêde tune, dibe ku encamên bagerê ji yên tsunamiya 2004’an ku li Endonezyayê pêk hat û 168 hezar kesan jiyana xwe ji dest da jî girantir bin. Rayedar ragihand ku bi riya helîkopterên di ser herêmê re difirin re wan tespît kiriye ku gelek cesedên mirovan li herêmê hene.

Xetereya nexweþiyên vegirtî

Radyoya dewletê ya Myanmarê jî ji ber tehtîda nexweþiyên vegirtî û þewban gelê li herêma felekatê hiþyar kir. Radyoyê bang li mirovên li herêmê kir ku ji ber tunebûna av û elektrîkê bi taybetî li bajarê Yangot ku 6 milyon nifûsa wî heye, xwest bêyî kelandinê avê venexwin û xwarinê ji parazîtan biparêzin.

Piþtî felekatê ji bo gihandina alîkariyê NY tevî hin saziyên taybet civînan li dar dixe û li rêbazên gihandina alîkariyê digere.

Berdevkê Fona Zarokan UNICEF’ê Veronique Taveau jî ragihand ku ji bo tespîtkirina rewþê 5 ekîp þandine herêma felaketê. Yekitiya Welatên Baþûr-Rojavayê Asyayê (ASEAN) bang li welatên endam kir ku ji bo alîkariyê bikevin nava hewldanên lezgîn. DYA, Awistralya, Çîn û Hindîstanê ragihandin ku ew ji bo alîkariyê amade ne.


07-05-2008 12:04 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 07-05-2008 12:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 07-05-2008 12:04
Views: 32
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;