TEHRAN - Hêzên navneteweyî
li dijî rêveberiya Îranê her ku diçe
ambargoyê diþidîne. Lê di nav 12 mehan de Îranê
rekora îxracata neftê þikand. Li gorî agahiyê
Îranê par 70 milyar dolar neft îxrac kir. Îran
bi hêzên navnetewayî re hevkariya bernameya
nukleerî qebûl nake û ligel vê jî Îranê
di bin ambargoya Neteweyên Yekbûyî de jî
rêjeyek zêde neft îxrac kir. Ji destpêka
Þoreþa Îslamî ya Îranê û vir ve Îranê
herî zêde par neft îxrac kir. Li gorî vê
di nav rojekê de 2 milyon û pêncsed varîl
neft îxrac dike.
Îran di cîhanê de
xwediyê rezerva herî zêde ye. Zêdebûna
bikirên neftê ji ber krîza enerjiyê zêde
bûne. Herî zêde Çîn û Hindistan
ji Îranê neftê dikirin.
Wezîrê Neftê yê
Îranê Gulam Huseyîn Nozarî der barê
mijarê de agahî da. Li gorî agahiya Nozarî
Îranê di navbera meha adara 2007 û adara 2008’an
de 70 milyar dolar neft îxrac kirine.
This entry was posted on 27-03-2008 10:01. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 27-03-2008 10:01 Views: 33
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 33