Meža Botanê û dîrokên
15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û 21'ê
Adarê di dîroka gel û têkožîna me de
mîna xelekên zincîrekê wekî rojên
hev temam dikin, derbas bûn. Lê belê mîna gel
ev rojên ku di têkožîna me re derbas dibin ne wekî
rojên bi meža Botanê dest pê dikin û di 21'ê
adarê de bi dawî dibin in.
Ev roj, berdewema pêvajoyeke ku
berê hatiye destpêkirin û rojên derbasbûnê
yên pêvajoya pêž ên di dîroka gelê
me de bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin
in.
Rojên ku bi meža Botanê
dest pê kirin û di 21'ê adarê de gihîžtin
asta herî bilind mîna rojên Žoreža Azadiyê
wê di dîroka gelê me de cih bigirin pêwist e
baž bên nirxandin û li ser wan bê rawestin.
Divê neyê jibîrkirin
ku yên dixwazin mîmê bixin bin van rojên ku
ji bo me gelekî girîng in. Serokomarê Tirkiyeyê
Abdullah Gul hin derdorên li Tirkiyeyê hižyar kirin. Got
"Tižtên li Newrozê tên jiyîn baž
bižopînin." Ev rastî li ser me ferz dike ku em ji
van rojên mîna Žoreža Azadiyê tên
binavkirin encamên rast derxin.
Li welatê me gel rabûye ser
lingan. Mêtingerî ji aliyê siyasî û
îdeolojîk ve têk çû. Li welatê
me mêtingerî mîna zexta ležkerî hebûna
xwe didomîne. Ji bilî vê nikare bahsa hebûneke
mêtingeriyê ya li welatê me bê kirin. Ev jî
tê wateya ku di qada civakî de li welatê me žorežek
pêk tê.
Žoreža civakî žoreža herî
mayinde û têkneçûyî ye. Lê heger
pêwistiyên vê yekê pêk bên wisa
ye. Berevajî vê yekê zirardayina xwe ya žoreža
civakî jî mumkûn e.
Pêžveçûna, civakê
bi serastkirina žorežan, têkiliyên civakî yên
hatine vekirin, têkiliyên nû ku li dewsa wan hatine
danîn, mayinde dibe. Civaka ku têkilî û
hebûna wê hatiye vekirin heger neyê nûkirin,
valabûna ku derkeve holê dikare cihê xwe ji kaosê
re jî bihêle. Her wiha dikare ji aliyên derdorên
cuda ve bê dagirtin an jî derfetên vê yekê
biafirin. Di dîrokê de gelek mînakên vê
yekê hene.
Di dîroka têkožîna
me de jî pêvajoyeke bi heman rengî derkete holê
û mîna gel gelek zirar ji vê yekê hate dîtin.
Mîna Rêber Apo jî dibêje, "žorežeke ku
hatibû bidestxistin, ji dest hatiye revandin." Di destpêka
salên 1990'î de li welatê me pêžveçûneke
bi vî rengî pêk hat. Serhildanên gel ên
xwe dispartin gerîla, bûn sedem ku gelê me žoreža
demokratîk bijî. Wê demê mêtingeran
mîm xistin binê vê rastiyê û li hemberî
gelê me dest bi êrîžan kirin. Pêžengên
xwezayî yên di nava gelê me de yek bi yek hatin
qetilkirin. Sazî û dezgehên demokratik rastî
êrîžan hatin, bi sedan žorežger û welatparêz
hatin qetilkirin. Girtinên girseyî pêk hatin, gelê
me bi zorê ji cih û warê wî hate kirin. Bi
van êrîžên mêtinger û hovane pêžketina
žoreža demokratîk a gelê me dijî, hat
astengkirin. Vê yekê jî ji bo gelê me
valahiyeke mezin çêkir. Valabûna ku dekete holê
jî ji aliyê hêzên mêtinger û ajan
ve hate bikaranîn û dagirtin. Bi vê yekê re
gelê me bi xetereyên mezin re rû bi rû hate
hižtin. Bi van tenê jî bisînor neman. Îstîsmara
olî pêk hat û di nava gelê me de dejenarasyon
û rizîn hate afirandin û gelê me xistine
rewžeke ku neyê naskirin.
Pêžveçûn û
hemû tižtên hatin jiyîn yên pižtî
salên 1990'î, ji bo me mîna pêvajoyeke ku
ders jê bên derxistin di nava dîroka têkožîna
me de cih girt. Pêwîst e careke din heman pirsgirêk
dernekevin holê û tabloyeke bi heman rengî neyê
ber me.
Pêwîst e bê zanîn
ku em xwedî biryar in ku careke din em ê derfetê
nedin ku pirsgirêkên di demên 1990'î de pêk
hatin û hewldanên mežandina heman lîstikan pêk
werin û em ê rê nedin ku heman tablo bê
pêžiya me.
Rojên ku bi meža Botanê
dest pê kirin û bi 21'ê Adarê gihîžtin
asta zîrveyê ku Žoreža Azadiyê pêk dihat,
bûn rojên ku gelê me bibê îrade. Gelê
me rewabûna xwe esas girt. Ev girîng e. Wekî ku ev
xal girîng e, pêwîst e bi mîsogerî bê
nîžandan ku careke din tižtên pižtî salên
1990'î pêk hatin wê werin astenkirin. Di vê
mijarê de divê gotinên Rêber Apo esas bêne
girtin û pêwîstiyên wan bên bicihanîn.
Rêber Apo dixwaze gelê me
bi têrîkirina xweser, rêxistinbûyîna ku
xwe dispêre bingehê demokartîk yê dînamîkên
xwe rêxistinbûyîna xwe berfireh bike. Dixwaze li
ser bicihanîna pêwîstiyên siyaseta demokratîk
bêne pêžwazîkirin. Balê dikižîne ser
girîngiya Akademiyên Siyaseta Demokratîk. Di vê
xalê de, dixwaze tižtên ku di salên 1990'î
de nehatin kirin, wezîfeyê nehatin bicihanîn,
pêwîst e pêk werin.
Niha žert û merc ji yên
salên 1990'î cudatir in. Merc li gorî me ne.
Çeperên ku bi têkožînê hatine
bidestxistin gelekî zêde ne. Pirsgirêk dîtina
van û li gorî pêwîstiya van bersivbûyîn
e.
Rêber Apo destnîžan dike
ku bi siyaseta demokratîk gel dibe rêveberê esasî
yê siyasetê. Siyaseta hemberî gel, di dema em
gihîžtinê de bêhtir zirarê didê. Ji
ber vê yekê jî, Akademiyên Siyaseta
Demokratîk ne ji bo gihandina parlamenter an žaredaran e, ji
bo gelemperîkirina siyasetê û xizmetdayina gel tên
wateya pêwîstiya fêrbûna siyasetê.
Li welatê me ku mêtingerî
tenê dikare bi zora ležkerî hebûna xwe bidomîne,
pêžxistina žoreža azadiyê ya gelê me tenê
bi vê yekê dikare pêk were. Gel dê li derveyî
dewletê demokrasiya xwe saz bike. Li ser vê bingehê
kadroyên ku xizmetê bidin gel jî wê li
Akademiyên Siyaseta Demokratîk xwe amade bikin.
Žoreža Azadiyê ku ji meža
Botanê dest pê kir û di 21'ê Adarê de
gihîžt zîrveyê, bi vê yekê dikare bê
pêžxistin û bi bicîhanîna pêwîstiyên
žoreža ku di qada civakî de em dijîn dê bên
bicihanîn û serkeftin bê bidestxistin.
This entry was posted on 14-04-2008 11:10. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 14-04-2008 11:10 Views: 421
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 421