Þerê taybet û qirêj ê Tirkiyeyê berfirehtir bûye. Tevî êrîþên di qada leþkerî de didomînin, di qada dîplomatîk de jî êrîþên xwe dijwartir dikin. Serdanên Serokomar Abdullah Gul ku pêþî çû DYA’yê, paþê jî çû Misirê di vê wateyê de mînakên berbiçav in. Rayedarên dewletê ji xwe vê rewþê venaþêrin, vekirî dibêjin. Bi rengekî vekirî aþkera dikin ku ew ê di vê pêvajoyê de hemû tiþtê xwe li dij têkoþîna me ya azadî û demokrasiyê bi kar bînin.
Tirkiyeyê di meþandina þerê taybet-qirêj de ku dexistiye asta þerê giþtî, mîna aktorên sereke rol daye organên çapemenî-weþan a metînger. Organên çapamenî-weþanê jî ev rola xwe qebûl kirine.
Ji ber vê yekê pêwistî pê heye ku organên çapemenî-weþan ên Tirkiyeyê, bi serê xwe bên nirxandin. Çavdêrekî biyanî ragihandiye ku rewþa organên çapemenî-weþanê ya Tirkiyeyê ‘dikare mîna mijara tezê ji zanîngehan re were pêþkêþkirin’. Bêguman sedema ku çavdêrekî biyanî yê li Tirkiyeyê digihije vê encamê, helwest û nêzîkahiya organên çapemenî-weþanê yên ku di jiyana civakî û siyasî de alîgiriya þerê taybet û qirêj dikin e.
Di serî de yên di qada çapemenî û weþanê de dixebitin, li ser organên çapemenî-weþanê yên Tirkiyeyê kesê ku nirxandin û þîrove nekiriye nemaye. Her wiha bûye mijara karîkaturan jî. Nirxandin û þîroveyên tên kirin jî di heman noqteyê de digihijin hev. Ji noqteyên cuda dest pê bike jî, di uslup û gotinê de cudabûn hebe jî di dawiyê de dîmenên di tabloya ku derdikeve têrê dike ku bigihije heman encamê. Ev jî li Tirkiyeyê rewþeke pir xeter diafirîne. Em ne li dijî organên çapemenî-weþanê ne. Em alîgirê weþanên çapemenî-weþan yên alternatîf û azad in. Mixabin, li Tirkiyeyê organên çapemenî-weþanê yên xebatê dimeþînin -ji bilî yên îstîsnayî- di rewþeke ji organên çapemenî-weþanê wêdetir de ne. Bi tevahî xwedî karakterê þervaniya þerê taybet-qirêj in. Organên çapemenî-weþanê ku xwediyê karaktêrê þervaniya þerê taybet-qirêj pêwîst e mîna organên çapemeniyê neyên dîdin û nirxandin. Ji çi re xizmetê dikin li gorî wê bên nirxandin û nêzîkahiyeke wisa divê bê nîþandan. Li welatê me þerê taybet-qirêj tê berfirehkirin. Gelê kurd bi tevkujiyeke nû re rû bi rû hatiye hiþtin. Li Tirkiyeyê organên çapemenî-weþanê atmosfera vê tevkujiyê ava dikin, bi avakirina zemîna tevkujiyê ji pêkanîna sûcekî li dijî mirovahiyê re xizmetê dikin. Ên ku organên çapemenî-weþanê yên tirk diþopînin vê rastiyê dikarin bibînin.
Li gorî hiqûq û etîka navneteweyî ya çapemeniyê weþandina bernameyên ku pesnên þer û þîdetê didin wek sûc tên qebûlkirin. Heta ku organên çapemeniyê yên ku weþanên bi vî rengî dikin, girtine û rastî cezayên din tên. Li gorî van pîvanan çapemeniya ku li Tirkiyeyê ser kar e, ji bilî hin îstisnayan divê weþana giþtan bê bidawîkirin.
Li Tirkiyeyê di organên çapemeniyê de her gav û her roj propogandaya þerê taybet û kirêt tê kirin.
Bangên wisa tên kirin ku bombebarankirina welatê me, qetilkirina mirovên me teþwîq dikin, pêsnê wan didin û dixwazin ku gel piþtgiriyê bidê û çepikan lêxe. Ew teqez derdikevin derveyî hiqûq û etîka çapemeniyê. Li hemberî vê divê heta niha saziyên çapemeniya navneteweyî biketa nav liv û tevgerê û li hember çapemeniya tirk ku li Tirkiyeyê bûye aktorê rêvebirina þerê taybet û kirêt helwest nîþan bida. Lê mixabin çapemeniya mêtînger ku di qada navneteweyî de bûye amadekara tevkujiyeke nû ku li hemberî gelê me bê lidarxistin helwestek nehatiye diyarkirin.
Þerê taybet û kirêt ê ku li welatê me tê pêþxistin, li dijî gelê me gihiþtiye radeyeke wisa ku di nav xwe de pêþketinên xetere dihewîne. Li dijî vê hevgirtin hewcehiyeke lez e. Divê gelê me li hemberî þerê kirêt û taybet xwe biparêze. Riya wê jî ew e ku gel bibe xwedî helwest li dijî pêþamadekariyên þerê kirêt û taybet ku çapemeniya tirk serederiyê pê dike.
Çapemeniya mêtînger weþanên ku tu dibêjî bi gelê me henekan dike pêk tîne. Bi çanda gelê me û nirxên gelê me dilîzin. Kesên ku girêdayî nirxên gel in tu car dilê wan ranake û dilan xwîn dike. Li hemberî vê yekê wê hîn çiqas bêdeng bimînin?
Hestên olî yên gelê me yê misilman bi mantiqeke bazirganî tên bikaranîn. Li ser navê dîn fetwayan belav dikin û kirinên ku dîn ew wekî sûc qebûl dike dipesinînin û teþwîqa wan tê kirin. Dikin ku rewþê wisa derkeve ku rê li ber qirkirina gelê me yê misilman bê vekirin. Ev tiþt hemû di ser weþangeriya mêtinger re tên kirin. Teqez misilmanbûn ew e ku mirov li welatê xwe xwedî derkeve, bi gelê xwe ve girêdayî be û neçakiyan qebûl neke.
Rêveberên þerê taybet-qirêj, wekî aktorên sereke, peywir dane van weþangeriyan û ji bo ku karibin peywira xwe bînin cih, hemû kosp û kortikên li ser riya wan dide alî. Gelek derfetên mezin ên wekî derfetên aborî pêþkêþî wan dike. Bi pest û zordestiyên li ser çapemeniya azad-alternatîf, nahêle ku tu alternatîfeke din a çapemeniya taybet-qirêj a þerxwaz bimîne. Wisa dikin ku kiryarên wan ên qirêj û derewên wan bên veþartin.
Gelê me ne bêçare ye. Ne di wê rewþê de ye ku rolê qirêj ê çapemeniya mêtînger a destpêka þerê taybet qirêj-nebîne. Bêþik dê nêzîktêdayîna xwe ya li dijî vê diyar bike. Dê nehêle ku kenê xwe pê bikin, pê bilîzin û heqaretê lê bikin. Gelê me dê nîþanî her kesî bide ku xwedî helwestekê ye. Gelê me ne di wê rewþê de rola çapemeniya þerê qirêj fêm neke û helwestê li dijî wê nîþan nede. Gelê kurd dê li dijî sîxur û ajanên sîstema dagirker bêdeng nemîne û nehêle ku em bikevin Kurdistanê. Dê her kes vê yekê bibîne.
Ev polîtîka yên qirkirinê ne û divê hemû kurd ji bo pûçkirina van polîtîkayan rola xwe bilîzin. Divê kurd ji bo vê yekê dereng nemînin. Çimkî dijminên gelê kurd bênavber planan digerînin.
This entry was posted on 21-01-2008 07:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 29 time. You can leave a comment.
Last update on 26-01-2008 23:22 Views: 1365
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 1365