MalCemîl Bayik Rejîma þerê taybet dijminê gelê tirk e jî
Rejîma þerê taybet dijminê gelê tirk e jî
Serokdewletê DYA’yê George Bush ji
bo PKK’ê gotina; “Dijminê DYA, Tirkiye û Iraqê ye” bi kar
anîbû. Paþê jî Serokomarê Îranê Ehmedînejad gotinên Bush jê
deyn kiribûn û gotibû, “PKK dijminê Îran û Tirkiyeyê ye”.
Bêguman ev peyvên hatine bikaranîn, ji demagojiyeke bêteþe
wêdetir nîn in. Lê rastî ji vê yekê cudatir e. PKK’e ji bo
yên dixwazin bibin dostê wê, dostê herî rastî ye û tevgera di
cîhanê de ya herî mirovperwer e.
Pratîka wê ya heta niha ev yek gelek
caran piþtrast kiriye. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku hêzek
tevî êrîþên ev qasî tund yên li dijî xwe jî di helwesta
aþtiyê de ev qasî israr dike. Bi rengekî ku li tu derê cîhanê
tune ye PKK’ê tevî her tiþtî jî helwesta xwe ya ji bo aþtiyê
parastiye û aþtî xistiye pîvana bingehîn. Hem jî di demên ku
þerê dijwar pêk tê de vê yekê dike. Heta ev rastî neyê dîtin
ji bo PKK’ê gotinên, “dijminê vî ye, dijminê wî ye”
dikarin bên bikaranîn. Lê yên tên jiyîn berevajiya vê yekê
piþtrast dikin, her wiha baþ radixin ber çavan ka kî dijminê kê
ye.
Di 1’ê gulana 2008’an de tiþtên
hatin jiyîn yek ji mînakên berbiçav yên vê yekê bûn. Di 1’ê
gulana 2008’an de li ber çavan hate raxistin ku rejîma þerê
taybet mîna ku dijminê kurdan e, her wiha dijminê gelê kedkar ê
Tirkiyeyê jî. Di 1’ê Gulanê de hêzên þerê taybet êrîþî
kedkarên Tirkiyeyê û kurdan kirin. Ev ne tesadûf e. Di serî de
sibeha 1’ê Gulanê li Stenbol û Enqereyê êrîþî kedkarên
Tirkiyeyê kir, di heman rojê de li hemberî Qadên Parastina
Medyayê di saetên êvarê de bi desteka hêzên bejayî êrîþên
hewayî pêk hatin. Wateya vê yekê û peyama tê dayîn vekirî ne.
Rejîma þerê taybet, nîþan da ku ew kedkarên Tirkiyeyê û gelê
kurd ji hev cuda nake. Di 1’ê Gulanê de nîþan da ku ew ê
destûrê nede hevkariya kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd û israra
xwe ya ji bo vê yekê nîþan da. Peyama ku hatiye dayîn bi vê
yekê ne bi sînor e. Nîþan daye ku ew ê derfetê nedin rojên
Newrozê yên ji bo gelê me tên wateya þoreþa azadiyê li
Tirkiyeyê jî bên jiyîn.
Di rojên Newrozê de gelê me kolan
azad kirin, hêz û rewabûna xwe derxist holê. Rojên 1’ê Gulanê
ji bo Tirkiyeyê dê rojên azadkirina qadan îfade bikira. Rejîma
þerê taybet di roja 1’ê Gulanê de bi êrîþên li kedkarên
Tirkiyeyê û yên li hemberî Qadên Parastina Medyayê, helwesta
xwe ya li hemberî gihîþtina hev û azadbûna kedkarên Tirkiyeyê
û gelê kurd raxista ber çavan. Yên ku di 1’ê Gulanê de li ber
ekranên TV’an rûniþtin, bûn þahid ka rejîma þerê taybet
çiqasî dijminê kedkaran tirk e. Ev dîmen bi rojan li ser ekranan
hatin nîþandan. Her çiqasî hate hewldan van dîmenan berevajî
nîþan bidin û li gorî xwe di hiþ û mêjiyê mirovan de
tabloyekê biafirînin jî, ji derketina holê ya rastiyê re nikarin
bibin asteng. Di dîmenên li ser ekrana da xuya kir ku hêzên þerê
taybet ên bi êrîþên li hemberî kedkaran bi sînor neman, heta
bi turîstên li wan deran digeriyan êrîþî her kesî kirin.
Pêwîst e dîmenên di ekranan de xuya kirin baþ bên þopandin û
encam ji wan were derxistin. Di serî de kedkar, demokrat û
þoreþgerên Tirkiyeyê divê encamê jê derxin. Di nava gelê
Tirkiyeyê de tiþtekî wisa nîþan didin; mîna ku rejîma þerê
taybet tenê li dijî kurdan e, li dijî kurdan þer dide meþandin.
Na ne wisa ye. Mîna ku rejîma þerê taybet mîna li dijî kurdan
þerê taybet dimeþîne, ev qasî jî li dijî gelê Tirkiyeyê jî
dimeþîne. Yên di 1’ê Gulanê de li ekranên televîzyonan
temaþe kirin ev rastî dîtin.
Beriya 1’ê Gulanê bi rojekê
meydana Taksimê dorpêç kirin. Roja 1’ê Gulanê jê hêzên
dewletê yên rûyê wan bi mask e, di destekî wan de mertal, di
destê din de cop, li ser wan cilên zirxî hêzên dewletê yên
diþibiyan hovên di filmê tirsê de meydan tijî kirin. Van bi
copên di destê xwe de êrîþî yên di wir re derbas bûn kirin û
bombeyên gazê avêtin. Li ser wan bombeyên gazê nivîsa,
“bikarnanîna van bombeyên gazê ya di bûyerên civakî de qedexe
ye” hatibû nivîsandin. Disa jî bikaranîn û sûcekî þer
kirin. Ji panzêrên polîsan boyax û ava bi tazyik avêtin.
Terokeke mezin meþandin. Bi vê yekê, rejîma þerê taybet rastiya
ku dijminê kedkarên tirk e jî raxiste ber çavan. Hezkirin û
nedijminbûyina hêzên þerê taybet a ji bo gelê kurd û kedkaran
mumkûn nîn e. Ji ber taybetmendiya xwe wisa ye. Beriya hingî jî
bi “Qanûna Ewlekariya Civakî” heman rûyê xwe yê rastî nîþan
dabû. Hemû kedkar weke dijmin hatin îlankirin û hatibû
aþkerakirin ku wan mîna “pêxwas”an dibînin.
Divê ev rastî bê dîtin û gelê
Tirkiyeyê li hemberî rejîma þerê taybet helwesta xwe destnîþan
bike û têkiliya xwe ya bi gelê kurd re di ber çavan re derbas
bike û bikeve nava hewldanên sererastkirinê.
Rejîma þerê taybet, mîna dijminê
gelê kurd e, her wiha dijminê tirkiyeyiyan e jî. 1’ê Gulanê ev
yek nîþan da. Kedkar jî di daxwaziya herî biçûk de, li hemberî
astengî û hêza tunekirinê ya dewletê re rû bi rû dimînin.
Tiþtên bi edebiyatên “Niþtîman-Milet” tê kirin, gotinên tê
gotin ji xapandineke bêteþe û demagojiyê pêde ne tiþtekî din
e. Desteka didin dewletê di encamê de werdigere hêzeke li hemberî
wan tê bikaranîn. Pêwîstiya ku li gorî vê rastiyê tevbigerin
aþkera bû.
Rêber APO gelek caran bal kiþand ku
þerê qirêj-taybet mîna ku li hemberî kurdan tê meþandin, di
heman astê de li hemberî gelê tirk e jî. Li ser bingehê vê
rastiyê jî ji bo avakirina yekitiya gelê kurd û tirk hemû hêza
xwe bikaranîn. Di 1’ê Gulanê de êrîþên rejîma þerê
taybet ên li hemberî kedkarên tirk û Qadên Parastina Medyayê,
piþtrast dike ku tespîtên Rêber APO çiqasî di cih de ne û
bicih anîna pêwîstiya van tespîtan aþkera dibe. Rêber APO
balê diþîne ser girîngiya avakirina partiya sîwan a hevkariya
kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd ava bike. Destnîþan dike ku
êrîþên li hemberî kedkarên Tirkiyeyê û gelê kurd tenê bi vî
rengî dikarin bêne pûçkirin û têkoþîna demokrasiyê dikare bi
vî rengî bigihêje serkeftinê. Mîna berpirsyariya li hemberî
gelê kurd, berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê Tirkiyeyê jî bi
rengekî zelal îfade dike.
Bêguman ên ne li dijî gelê kurd û
gelê Tirkiyeyê ne dê vê banga Rêber Apo li ber çavan bigirin û
helwesteke li gorî vê yekê nîþan bidin.
Aþkera bû ka kî dijminê gelê tirk
û gelê kurd e. Divê neyê jibîrkirin mîna ku PKK’e pêþeng û
parêzvanê gelê kurd e, tekane dostê gelê Tirkiyeyê ye. Dijminê
rasteqîn ên gelên Tirkiyeyê û gelê kurd rêveberê þerê qirêj
û taybet in.
Tiþtên di 1’ê Gulanê de hatine
jiyîn ev rastî careke din piþtrast kir.
This entry was posted on 06-05-2008 08:45 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 06-05-2008 08:45 Views: 200
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 200